Sîsê Bîngol rakirin nexweşxaneyê

  • 16:43 4 Mijdar 2018
  • Rojane
MÊRSÎN - Girtiya nexweş Sîse Bîngol a 85 salî ya li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê dimîne, rakirin nexweşxanê. 
 
Hat diyarkirin ku Sîse Bîngol a 85 salî ya  li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tê girtin, rakirin nexweşxanê. Li gorî nûçeyan PÎRHA, parêzera Bîngol Gulşen Ozbek, anî ziman ku hem ji bo dermankirin û hem jî ji bo standina raporê  Sîsê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê hatiye kirin. Parêzer Gulşen, anî ziman ku ger rapora pêwîst ji bo Sîsê bê dayîn, dê bê berdan. 
 
Sîsê ji ber temenê zêde, tiştek nayê bîra wê û bi nexweşiyên mîde, şekir, astim, tansiyon û saîrê re têdikoşe. Sîsê a nikare di girtîgehê de jiyana xwe berdewam bike, bi alîkariya girtiyên din pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih tîne.