‘Sara hêz û soza serkeftinê ye’
- 15:25 4 Mijdar 2018
- Rojane
Berçem Cûdî
GIRÊ SPÎ- Jinên ji herêma Firatê diyar kirin ku qetilkirina zaroka 7 salî ya ji aliyê dagirkerên tirk ve şermezar kirin gotin ku Sara hêz û îradeya wan xurt kiriye, lewre jî wê tola wê hilînin û êrîşên dewleta tikr têk bibin.
Cenazeyê zaroka biçûk Sara Rifat (7) ku di encama êrîşên artêşa tirk a li ser herêma Girê Spî de jiyana xwe ji dest da ji aliyê bi hezar kesî ve li Girê Spî hat oxirkirin. Ajansame ji jinên ku beşdarî merasîmcenaze bibûn hest û nêrîna wan girt.
‘welatê şehîdan kes nikare destê xwe bidê’
Hemîde Mustefa ku yek ji xizmên Sara ya biçûk e wiha got: “Îro ji merasîma Saraya biçûk e. Em ji dewleta tirk re dibêjin, dê serkeftin ya me be. Bila artêşa tirk baş bizanibe ku ew bi vê komkujiya xwe nikarin moral û îradeya me bişkînin. Li berovajî wê, îrade û hêza me xurtir dibe. Ji bo vê jî em dibêjin welatê ku bi xwîna Sara û hezaran şehîdên din hatiye avdan wê tu kes nikare destê xwe bidiyê û dagir bike.”
‘Sara îsrar û biryarbûn geş kir’
Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Herêma Firatê Nesrîn Kanhan jî êrîşên li ser Girê Spî û qetilkirina zaroka biçûk a ji aliyê artêşa tirk ve şermezar kirin û ev tişt got:“Em sersaxiyê ji malbata şehîd Sara re dixwazin. Ev bûyer ji bo me gelekî bi êş e ku zarokên me bi riya tirkên dagiker tên qetilkirin. Dewleta tirk dixweze ku me bi riya zarokan asteng bike. Lê em dibêjin ku ev helwesta wan biryarbûna me geştir dike. Her wiha girêdana me bi doz û pirojeya me ya netewa demokratîk jî xurtir dike.”
‘Heta dawiyê têkoşîn û berxwedan’
Di heman demê de Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Girê Spî Bêrîvan îsmaiyîl wiha aixivî: “Dewleta tirk her tim ji gelê kurd re êş aniye, lê li rex wê jî gelê kurd dest ji berxwedaniya xwe bernedaye. Lewra jî her şehîdekê hêzeke ji bo me. Em jî bi hêza şehîdên xwe xeta têkoşîna xwe bilindtir dikin. Her wiha îradeya herî mezin ku em îro esas digrin Rêbertiya Abdullah Ocalan e. Ji bo vê jî soza me heta dawiyê berxwedan û têkoşîn e. Em dibêjin şehîdên me doza me ne, em ê jî heta dawiyê şopdarên riya şehîdên xwe binin.”
‘Wê jinên Girê Spî tola Sara hilînin’
Herî dawîjî Endama Rêxstina Kongireya Star Peyman Efrîn wiha got:“Dewleta tirk bi rengekî hovane êrîşî herêma Firatê dike û zarokên me qetil dike. Lê em weke jin em ê tola zarokên xwe û bi taybet jî ya Sarayê hilînin. Wê Dewleta tirk nikaribe derbasî axa herêma Firatê bibe. Qriza ku dewleta tirk tê de derbas dibe û pê ber bi tunebûna xwe ve diherike. Ji bo vê jî bi hemû hêz û hovîtiya xwe êrîşî me dike. Lê em vê yekê qebûl nakinû em ê bersivava êrîşan bidin.”