Siyasetmenderên hatine girtin:Em ê têkoşîna xwe bidomînin
- 14:32 4 Mijdar 2018
- Rojane
COLEMÊRG- Di ser operasyonên li dijî Parlementerên HDP`ê re 2 sal derbas bûn. Operasyên hatin kirin bi daxuyaniyê hate şermezar kirin. Her wiha di daxuyaniyê de nameya ku ji aliyê parlementerên HDP`ê yên dema berê Selma İrmak û Çağlar Demîrel ve girtîgehê hat şandin hat xwendin.
Piştî AKP'ê bi hevkariya MHP û CHP'ê qanûna rakirina destnedana parlamenteran ji meclisê derbas kir di ser oerasyonên li dijî parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin kirin re 2 sal derbas bûn. Li Colemêrgê bi tevlîbûna rêxistinên HDP`ê,DBP`ê û parlementerên HDP`ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe û Tayîp Temel operasyonên 4`ê mijdarê yên li dijî HDP`ê hatin şermezarkirin. Her wiha di daxuyaniyê de nameya ku ji aliyê parlementerên HDP`ê yên serdema berê Selma İrmak û Çağlar Demîrel ve ji girtîgehê hat şandin jî hat xwendin.
'Em ê bi berxwedanê hewledanan hewldanan vala derxînin'
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DBP`ê Îsmet Faruk ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê li dijî tasfiyekirinê berxwedanê mezin bikin û wiha hat berdewamkirin: "Operasyonên li dijî siyaseta demokratîk dê tu car negihîjin armanca xwe. Li hemberî operasyonan em ê siyaseta demokratîk biparêzîn. Em ê bi mezinkirina berxwedana xwe van hewledanên tunekirinê vala derbixin. Em operasyonên 4'ê Mijdarê şermezar dikin û em dibêjin ku em ê tu car teslîmî operasyonên zilm û zordariyê nebin. Em soz didin ku em ê bibin têkoşîn û berxwedana gelê xwe.”
“Alozî dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibe”
Pişt re nameya ku ji aliyê Parlementerên HDP`ê yên serdema berê Selma İrmak û Çaglar Demîrel ve ji girtîgehê hatiye şandin hat xwendin. Name ji aliyê hevseroka HDP`ê Zeynep Kaya ve hat xwendin û wiha aht gotin: "Em operasyonên 4`ê mijdarê mîna derbwya li dijî vîna gelê kurd bi nav dikîn. Ev operasyon hîna didomin. Herî dawî li Amedê di operasyonên qirkirinê de 141 siyasetmender hatin girtin. Em van operasyonên li dijî vîna kurd wekî terorê bi nav dikîn. Ev operasyona li dijî yekitiya kurd û tirk in. Li dijî berxwedana gelê kurd a bi salane her tim bi zordarî û serdestiyê bersiv hatiye dayîn. Niha sedêmê aloziya Tirkiyeyê ji aloziya siyasetê pêk tê. Em wekî siyasetmenderên girtî bang dikîn;Siyaseta hikûmetê welat ber bi tunebûnê ve dibe. Destpêka xelaskirina aloziyê bi rakirina tecrîta ser birêz Ocalan dê bi dawî bibe. Divê ji birêz Ocalan re hevdîtin destpê bikin û dubare muzakere destpê bikin. Em bang li jinan ciwanan û gelê xwe dikîn, ger ku em dev ji berxwedanê bernedin emê teqez serbikevîn. Emê berxwe bidin û serbikevîn.”
Piştî xwendina nameyê daxuyanî bi dawî bû.