Rêverberiya Minbicê çû serdana Gulîstanê

  • 10:14 4 Mijdar 2018
  • Rojane
MINBIC- Rêveberiya Bajarê Minbicê çû serdana nûçegihana ANHA'yê Gulîstan Mihemed  û şîfa jê re xwestin.
 
Rêverberiya Bajarê Minbicê Cemîla Ehmed, Sûzan Hisên û Nezîfa Xilo û gelek endamên din ên Rêveberiya Bajarê Minbiçê  çûn serdana nûçegihana ajansa ANHA'yê Gulîstan Mihemed a ku di encama êrîşên dewleta tirk yên li ser Bajarê Girê Spî de birîndar bibû.
 
Cemîla Ehmed ya ku li ser navê Rêveberiya Bajarê Minbicê ji Gulîstanê re şifa xwest wiha got: "Birîna li ser ruyê Gulîstanê nîşana azadiyê ye û ew ê bi birîna xwe serbilind be. Gulîstan ne jineke ji rêzê ye jineke xwedî hêvî û baweriyê ye. Ti sûcê Gulîstanê û yê zaroka 11 salî ya bi navê Sara nîne ku hedef hatin girtin. Gelê Sûriyê vê hovîtiya Erdogan tu caran qebûl neke û wê tola xwe hil de.  Gulistan a hat birîdarkirin ji bo ku rastiyan rabigîhîne di dema xebata xwe de  kedeke mezin dida.
 
'Xeteriya jiyanê ya xuşka min berdewam dike'
 
Xwişka Gulîstanê ya bi navê Kurdistan Mehemed jî anî ziman ku xuşka wê ji rûyê xwe birîndar bûye piştî emeliyatê hin di beşa lezgîn de tê girtin. Lê ruxmî wê jî bi wan re  diaxivê û bijşk dibêjin ku ew heta demekê jî di nexweşxaneyê de bimîne. 
 
Kurdistanê bi lêv kir ku di encama êrîşên Erdogan yên hovane li ser  Girê Sipî û Kobanê de zarok, nûçegihan û sivîl hedef hatine girtin û ev tişt got : "Erdogan êrîşî destkeftiyên gelê Bakûrê Sûriyê dike û  bi hedefgirtina nûçegihanan hovîtiya xwe bêhtir aşkera kiriye. Li dijî êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê em bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar dikin."