ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2018'AN

  • 09:00 22 Îlon 2018
  • Rojev
*Dayika ku ji Efrînê û niha li Kantona Kobanê bi cih bûye diyar kir ku derketina gel a ji Efrînê ne rev e û ew ji bo ku zarok neyên kuştin ji Efrînê derketine. Her wiha jinên ku tevli meşa li Kobanê jî bûn diyar kirin ku ew çawa li Kobanê vegeriyane ewê wiha li Efrînê jî vegerin. DÎMEN HEYE
 
*Rêvebira  Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê a li Kantona Qamişloyê Esmehan Ibrahîm li ser armanca vekirina buroyê ya li Qamişloyê nirxandin kir û got ku armanca partiya wan ew e ku hemû gelên li Sûriyeyê di bin sîwanekê de kom bike. DÎMEN HEYE
 
*Şikeftên Pinpinîk ên ku girêdayî gundê Pinpinîk ê navçeya Qosera Mêrdînê ye bi hilweşandinê re rû bi rû ne. DÎMEN HEYE
 
*Endama Kongreya Star Fehîma Ehmed a ku derbarê girîngiya komunan de agahî da diyar kir ku 45 komunên xweser li bajarê Mergeda û Gundewarê wê hatine avakirin û got ku kesê dixwaze xwe birêxitin bike divê ku di komunan de cih bigire. DÎMEN HEYE
 
*Hatîce Beytur diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê, ji ber bertek nîşanî derbkirina girtiyan daye 6 meh cezayê hevdîtinê girtiye û wiha got: “Êdî divê em ji vê yekê re bêjin ‘bes e’. Divê her kes bertekê nîşan bide, li girtîgehan rewş her diçe xirab dibe.”
 
*Ji kolektîfa Jinan Ayşenur Gurel diyar kir ku di çavkaniya şîdeta li hemberî jinan, ‘krîza mêrtiyê’ tê jiyîn û wiha got: “Parastina cewherî ya femînîst, di nokteya çareserkirina vê krîzê de gelek bi bandor e. Ev esasa serhildana jinê ava dike.”DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, diyar kir ku qeyûm polîtîkaya hiqûqa dijminayê pêk tînin û di serî de gola Wanê hemû xwezayê talan dike û got Şaredariya DBP’ê ji bo Gola Wanê xebata parzûnkirinê dabû destpêkirin û ew jî hatiye betalkirin û wiha got: “Wisa biçe 25 sal emrê Gola Wanê maye. Em ê li dijî van bêdeng nemînin.”DÎMEN HEYE
 
* Komeleya Hêviyên Rengîn a li Sûrê hatiye avakirin, ji bo zarokan ‘pirtûkxaneya pêlîstokan’ vekir. Taybetiya herî girîng a pirtûkxaneyê, zayendiyê ferz nake, newekheviyê bibîr nayne û teşwîqê şîdetê nayê kirin. DÎMEN HEYE
 
*Li gundê Terolar ku Elewî lê dijîn, kampa penaberan hatiye avakirin. Gundiyên Terolar bertek nîşan dan û gotin: “Ji bo civaka me xera bikin ev kamp çê kirine. Em nizanin kî li van kampan dimînin. Em bi fikara komkujiyek duyem a Mereşê dijîn.” DÎMEN HEYE