Li Wanê ji bo şahiya ciwanan bang hat kirin

  • 12:53 21 Îlon 2018
  • Rojane
WAN - Di pêşengiya Meclisa Ciwanan a Wanê de ji bo şahiya ku wê roja yekşemê li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin banga tevlibûnê hat kirin.
 
Ji aliyê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo şahiya ku ew ê roja Yekşemê li Parka Mûsa Anter bi dirûşma "Serî rake azad bike" bê lidarxisitn li avahiya bajêr daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Komîteya Amedekar a Şahiyê û rêvebrên bajêr ên HDP'ê tevli daxuyaniyê bûn.
 
Daxuyanî ji aliyê endamê Komîteya Amdekar a Şahiyê Azîm Yacan ve hat xwendin .Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serlêdana pêwist li Walîtiya Wanê hatiye kirin û hat ragihandin ku ew ê Kadîr Çat, Rûken Yilmaz û Fîkret Bant jî konserekê bidin. Şahiya ku ew ê parlameterên HDP'ê Dêrsim Dag û Murat Sarisaç jî tevli bibin, ji bo tevlibûna şahiya ku ew ê saet di 16.00'an de bê lidarxistin banga tevlibûnê hat kirin.