3 mîlyon û nîv penaber çawa dijîn?

  • 09:53 21 Îlon 2018
  • Rojane
STENBOL- Civaknas û aktîvîst Sanem Ozturk diyar kir ku Tirkiye penaberên Sûriyeyê veguhertiye alava polîtîk û got: “Ji bo penaberên statuya ji bo demekê tê dayîn. Ji ber vê jî piştî demekê penaber an diçin welatê xwe an jî welatekî sêyemîn. Ji ber vê divê statuyek mayînde bidin wan. Lê li Tirkiyeyê penaber ev 8 sal in bi statuya ji bo demekê dijîn.”
 
Li gorî Midûriyeta Giştî ya Îdara Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir hejmara penaberên Sûriyeyê ya li Tirkiyeyê 3 mîlyon 552 hezar û 303 e. mîlyonek û 926 hezar û 67 mêr in û mîlyonek û 626 hezar û 236 jî jin in. Bi mîlyonan penaber ji ber polîtîkayên cudakirinê pisgirêkên mezin dijîn. Ji bo jiyana xwe bidomînin wek hêza kar a erzan tên xebitandin.
Endama Weqfa Piştavaniya Jinan (KADAV) civaknas aktîvîst Sanem Ozturk pisgirêkên penaberên hatine Tirkiyeyê vegot.
 
‘Pirsgirêka herî mezin ziman e’
 
Sanemê bi lêv kir ku yek ji pirsgirêka herî mezin a penaberan pirsgirêka ziman e û ev tişt got: “Bi taybet li nexweşxaneyan li qerekolan nikarin xwe îfade bikin. Bi mîlyonan kesên zimanê erebî û tirkî dizanin hene. Tevî ku qadek îstîhdamê ya mezine ev qad nayê bikraanîn.”
 
‘Zarokên karker pir zêde ne’
 
Sanemê balkişand ser zarokên penaber yên Sûriyeyê û got piranî naçin dibistanê û ev zarok mehane bi pereyên wek 300 TL’yî tên xebitandin û bi qezayên kar re jî tên rû hev. Sanemê ev tişt vegot: “Penaber wek hêza kar a erzan tên dîtin. Bi maeşa kesekî 3 kes li atolyeyê tên xebitandin. Penanber li gorî welatiyên Tirk kêmtir tên xebitandin. Jinên Sûriyeyê jî ji mêrên Sûriyeyê kêmtir pere digirin.”
 
‘Desthilatdarî penaberan bikar tîne’
 
Sanemê bi lêv kir ku bêstatuhiştina penaberan veguheriye koz û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdariya heyî panbaeran hem li Rojhilata Navîn hem li Ewropayê bi kar tîne. Desthilatdarî bi girtina deriyên sînor tehdîd dike. Dema canê wan bixwaze dibêjin ‘bar li ser pişta me ye’. Di rojeva wan de jî ji bo penaberan dayîna statuyekê tune ye. Statuya ji bo demekê divê veguhere statuya mayînde. Di qanûnê de, penaberên parastina wan ya ji bo demekê hatiye dayîn piştî demekê divê bişînin welatê wan an jî welatekî din. An jî sivê statuyek mayînde bidin wan. Lê li Tirkiyeyê tiştek wisa tune. Ev mirov ev 8 salin li vir bi statuya ji bo demekê dijîn. Penabrên ku tu belgeya wan tune ne jî hene. Civak penaberên Sûriyeyê cuda dbîne. Qebûl nakin. Cîranên wan silav nadin wan. Ew jî xwe pir nebaş hîs dikin. her wiha her ku rewşa aborî girand ibe şîdeta malbatê jî zêde dibe. Jin jî zêdetir para xwe ji vê digirin.”