Malbata mêrê hewl dide qetil bike, tehdîd dike: Ez bêdeng namînim

  • 09:12 21 Îlon 2018
  • Rojane
Habîbe Eren
 
MUGLA - Jina bi navê T. ya di êrîşa mêrê ku hewl da wê qetil bike de fatreşka wê hat girtin û du caran emelyet bûye , bertek nîşanê darizandina gumanbar a ji sûcê ‘ji qestî birîndarkirinê’ da. T. ya ku rastî tehdîdên malbata gumanbar jî tê got: “Ez bêdeng namînim. Ez ê dest ji vê dozê bernedim. Heta ew ceza negire ez ê her tiştî bikim. Bila tu jinên rastî bûyerên wisa hatine bêdeng nemînin.”
 
Xwendekara zanîngehê T., ji aliyê mêrê bi navê H.G ku her tim tundî  lê dikir, di 15’ê Tîrmehê de rastî êrîşa bi kêr hat. Piştî êrîşê H.G ji sûcê ‘ji qestî birîndarkirin’ hat girtin. Runiştina yekem di 19’ê îlonê de hat dîtin û dîsa biryara berdewamkirina girtina wî hat dayîn. T. diyar kir ku ew bi fikare ku wê di runiştina din de gumanbar bê berdan.
 
‘Doza divê li cezaya giran bê dîtin li Asliyeyê tê dîtin’ 
 
T daxuyakirin ku mêrê gumabar yê xwest wê bikuje ne ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ ji ‘qestî kes birîndarkirin’ tê darizandin û wiha got: “Doza divê li Dadgeha Cezaya Giran bihata vekirin li Dadgeha Asliyeyê hatiye vekirin. Ez bi fikarim ku wê di runiştina din de dadgeh biryara tahliyeyê bide. Piştî êrîşê fatreşka min hat girtin. Gelek caran emelyet bûm. Divê 5 salan carê jî derziyê li xwe bixim. Rojiyên min ji ber emelyetê bi hev zeliqîn. Ez di nav 10 rojan de du caran emelyet bûm. Min 9 kîlo da.”
 
‘Ezê bêdeng nemînim’
 
T daxuyakirin ku piştî bûyerê rewşa wê ya psîkolojîk jî xera bûye û got: “Ez nikarim derkevim kolanê. Nikarim xwarinê bixwim. Qêrîna min ya wê bûyerê hîna tê ber çavê min. Ez êdî bêdeng namînim.Ew wê cezayê heq dike bigire. Piştî girtina H.G malbat wî heta taxa me hat û navnîşana min ji keyayê taxê pirsîne û li her derê li min geryane. Malbat zextê dike ku em bizewicin. Ez bang li hemû kesî dikim ku ligel min cih bigirin.”