'Çareseriya kirîza Sûriyeyê û Rojihlata Navîn Rêber Ocalan e'

  • 09:07 21 Îlon 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR-  Hevseroka Meclisa Qibûr Qerajina Nadiya Xerîb a ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan şermezar kir diyar kir ku tecrîd nikare Rêber Abdulla Ocalan ji wan qut bike, Jinên Ereb ên ku  bi saya fikr û felsfeya Rêber Apo ji zincîrên koledariyê rizgarkir bûn û riya azadiyê hilbijartin wê bikaribin kaosa Sûriyê jî çareser bikin. 
 
Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan bi salan e di girtîgeha Îmraliyê de bi tecrîdê re rûbirû ma ye û dewleta tirk rê nade malbat û parêzerên wî serdana wî jî bikin bikin. Hevseroka Meclisa Qibûr Qerajina Nadiya Xerîb tecrîd şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî  û  yên mafên mirovan kir ku li erka xwe ya mirovî xwedî derkevin û rê bidin malbat û parêzerên Rêber Apo ku biçin serdana wî. 
 
'Jin bi hêvî ne'
 
Nadiyayê têkoşîna rêberê PKK'ê ya ji bo jina bi bîr xist û wiha got:" Ji ber zihniyeta baviksalarî jina azad ku afrînera jiyanê ye hat kolekirin û pergala baviksalar hemû destkeftiyên wê wekî yên xwe pênas kiri. Rêber Abdulla Ocalan jinên pêşeng û azad pêş xistin. Rêber Apo ji bo jinên ereb çirûska ber bi azadî û ronahiyê ve bû. Civaka ereb niha di nava guhertin û veguhertina de ye û êdî xwe ji nû ve li ser fikr û îdeolojiya rast bi rêxistin dike."
 
'Azadiya Rêber Apo azadiya jin û civakê ye' 
 
Nadiyayê azadiya jin û civakê wekî azadiya Rêber Apo pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Jin bijîşk, mamoste û rêvebira civakê ye.  Loma azadiya Rêberê PKK ê azadiya jin û civakê temsîl dike. Qanûnên ku jinan diparêzin gaveke serkeftinê ne. Bi taybet civaka ereb zarokan di temenekî biçûk de didin zewcandin û zirarê li pêşeroja zarokê dike. Zarok wê çawa zarokan mezin bikin? qanûnên ku parastina mafên jinan dikin divê li tevahî cîhanê werin belavkirin."
 
'Çareseriya krîza Sûriyê û Rojihlata Navîn Oclan e' 
 
Nadiyayê got ku jinên azad û pêşeng wê bikaribin krizîra Sûriyê çareser bikin û wiha dirêj da axaftina xwe:"Dê jinên rojavayê Kurdistanê ku 7sal in xwediyê tecrûbeyên mezin in û di nava siyasetê de xwe pêş xistin, kirîza Sûriyê çareser bikin û çarenûsa bi hezaran jinan çareser bikin. Ev yek jî bi azadiya Rêber Apo pêkan e." 
 
Rêxistinên mafên mirovan berpirs in'
 
Nadiyayê bang li tevahî cîhanê kir ku ji bo azadiya Rêber Apo bikevin tevgerê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Azadiya Rêber Apo wê krîza Sûriyê û Rojhilata Navîn bi tevahî çareser bike.  Hemû rêxistinên mafên mirovan û dewletên ku behsa azadiyê dikin ji rewşa Rêber Apo berpirs in."