Şahida dîroka zilma li ser mirovan: Zindana Fransizan a Qişlê
- 09:05 21 Îlon 2018
- Rojane
Rûken Goman
QAMIŞLO- Yek ji şûnwarên dîrokî li bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişlo a Herêma Cizîrê Zindana Qişlê ya Ferensizan e ku di dema dagirkeriya dewleta Fransayê ya Sûriyeyê de ji Sûriyeyê re hatiye çêkirin e. Ev zinda wekî şahideke dîroka zilma li ser mirovan tê naskirin e.
Bajarê Dêrikê wekî bajarê şarestaniyê tê naskirin. Her mirovên ku di dîrokê de ji vê axê buhurî ne berhemeke xwe hiştine ku di roja me ya îro de ev bajar kirine cihekî dîrokî. Ji van şûnwaran hindek jê cihê kêfxweşiyê ne ku ketina xizmeta mirovan û hinek ji wan jî cihên nexweşiyê yên ku bûne warên zilmê ne. Yek ji van şûnwarên dîrokî jî Zindana Fransizan a Kişlê ye ku dikeve bajarê Dêrikê yê ku ji aliyê fransizan ve hatiye çêkirin e. Tê gotin ku ev zindan cihê bidarvekirin û hespdayîna mirovan yê ku pergala firansizan qebûl nekirine.
Avahiyeke girîng e
Dagirkeriya Fransayê li ser Sûriyeyê ji sala 1920 û heta 1946'an berdewam kiriye. Zindana Qişlê jî di wan salan de hatiye avakirin. Ev zindan bi destê pisporên avahîsaz yê ferensiz, ji kevirên reş yên qayîm û asê hatiya çêkirin ku di hindirê vê Zindanê de cihê leşkerên fransî yê mayînê jî hebûye. Cihê kesên ku di bin zilim û zoriyê li vê zindanê diman di binê erda wê de ye.
Carna kevirek dikare dîrokekê vebêje
Zindan gelek bilind hatiye avakirin dema ku mirov diçe ser banê vê zindanê hemû bajarê Dêrikê gelek xweş tê xuyakirin û mirov dikare kontrol bike. Ji xwe fransiyan jî ji bo şopandina herêmê ev zindan evqas bilind çêkirine ku heta sînorê Tirkiyeyê ji ji ser dikare bê şopandin. Ev zindan di heman demê de cihê parvekirinê yê di navbera herêmê û payitexta Fransayê Parîs de. Lê ew kesên ku ev zindan çêkirin û dagirkerên Fransê çûn û zindan hîna li cihê xwe şahidiya wan rojan dike.