ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2018'AN
- 09:00 21 Îlon 2018
- Rojev
*Jinên êzîdî ku piştî ji Kampa Penaberan a AFAD'ê hatin derxisin û bi derfetên xwe li navçeya Mîdyata Mêrdînê bi cih bûne anîn ziman ku çûyîna wan a kampên din li Tirkiyeyê û li nav ereban ji bo wan Fermaneke nû ye û ji ber wê piştî ku ji kampê hatine derxistin li Midyadê li gel zor û zahmetiyên mezin bi derfetên xwe bi cih bûne û têkoşîna jiyanê didin.
*Yek ji şûnwarên dîrokî li bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişlo a Herêma Cizîrê Zindana Qişlê ya Ferensizan e ku di dema dagirkeriya dewleta Fransayê ya Sûriyeyê de ji Sûriyeyê re hatiye çêkirin e. Ev zinda wekî şahideke dîroka zilma li ser mirovan tê naskirin e. DÎMEN HEYE
*Hevseroka Meclisa Qibûr Qerajina Nadiya Xerîb a ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan şermezar kir diyar kir ku tecrîd nikare Rêber Abdulla Ocalan ji wan qut bike, Jinên Ereb ên ku bi saya fikr û felsfeya Rêber Apo ji zincîrên koledariyê rizgarkir bûn û riya azadiyê hilbijartin wê bikaribin kaosa Sûriyê jî çareser bikin. DÎMEN HEYE
*Rêvebera Aboriya Jinê ya Beşa Bazirganiyê a Serêkaniyê Sena Biro, anî ziman ku ji bo jin û civak di warê aboriyê de pêş bikeve divê jin di her qadê de xwe pêş bixin."
*Jina bi navê T. ya di êrîşa mêrê ku hewl da wê qetil bike de fatreşka wê hat girtin û du caran emelyet bûye , bertek nîşanê darizandina gumanbar a ji sûcê ‘ji qestî birîndarkirinê’ da. T. ya ku rastî tehdîdên malbata gumanbar jî tê got: “Ez bêdeng namînim. Ez ê dest ji vê dozê bernedim. Heta ew ceza negire ez ê her tiştî bikim. Bila tu jinên rastî bûyerên wisa hatine bêdeng nemînin.”
*Rêvebera HDP’ê ya Amedê Suzan Îşbîlen diyar kir ku krîza aborî her ku diçe kûr dibe û çareseriya pirsgirêka aborî û yên din bi rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e.
* Kanên kevir û komirê yên li kontarên Çiyayê Cudî, zirarek mezin didin çavkaniyên avê. Gundiyan diyar kir ku toza ji kana keviran dertê tevlî avê dibe û gotin: “Wisa biçe wê kes nikaribe avê bi kar bîne.” BI DÎMEN
*Civaknas û aktîvîst Sanem Ozturk diyar kir ku Tirkiye penaberên Sûriyeyê veguhertiye alava polîtîk û got: “Ji bo penaberên statuya ji bo demekê tê dayîn. Ji ber vê jî piştî demekê penaber an diçin welatê xwe an jî welatekî sêyemîn. Ji ber vê divê statuyek mayînde bidin wan. Lê li Tirkiyeyê penaber ev 8 sal in bi statuya ji bo demekê dijîn.”
*Sala perwerdehiyê ya nû di bin siya krîza aborî de dest pê kir û endamên Velî-Der’ê diyar kirin ku perwerdeyî ji mafekî cemawerî derketiye û bûye pergalek bi pere, zayendperest û paşverû. BI DÎMEN
*Xizmên girtiyan li dijî îşkence û binpêkirinan bang kirin û gotin: “Girtî li hundir li ber xwe didin, em malbatên wan jî divê zêdetir xwe rêxistin bikin û li dijî van êrîşan têkoşînê mezin bikin.” BI DÎMEN