Musa Anter li ser gora xwe hat bîranîn

  • 18:55 20 Îlon 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Musa Anterê ku di 20’ê Îlona 1992’yan hat kuştin li gundê Sitîlîlê yê Nisêbîna Mêrdînê li ser gora xwe ji alyê gelek rojnameger siyasetmedar û welatiyan ve hat bibîranîn.  
 
Rojnameger û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratik , Rewşenbîrê Kurd, rojnamger  û nivîskar Musa Anterê ku di 20’ê Îlona 1992’yan hat kuştin li gundê Sitîlîlî yê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li ser gora wî di 26'emîn salvegera qetilkirina wî de bi bîr anîn. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê Ebru Gunay û Tuma Çelîk, Kurê Musa Anter, Anter Anter,  endam û rêvebirên navend û navçeyan, rêvebirên HDP û DBP’ê yên Êlihê, Parlementerên berê yên DEP’ê Nîzamettîn Toguç û Alî Yîgît, Berdevkê Cemîyeta Rojnamegerên Azad Hakki Boltan, Komeleya 78’an, rojnameger û gelek welatî tevli bîranînê bûn. Beriya axaftinan deqeyek rêz hat girtin. Piştre qurnefîl danîn lser gora Musa Anter.  
 
Piştî rêzgirtinê Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Sîncar axaftinek kurt kir û  anî ziman ku Musa Anter ji bo Gelê Kurd kesekî gellek girîng bû.
 
'Wê Apê Mûsa jî li dijî îktîdara medyayê binvîsanda'
 
Piştî Engîn, Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axivî. Ebru, di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan re xwest . Ebru, anî ziman ku Îbrahîm Ayhan jî xwedî kesayeteke girîng e û wiha pêl da axaftina xwe: “Em ê têkoşîn û berxwedana wan mezin bikin  û em ê di rêya wan de biçin. Em ê tim di rêya wan de bimeşin. Apê Musa kevneşopiya rojnamegeriyê avakir. Wî piştî xwe generelên xwe yên biçûk hiştin. Ew generalên  wî îro li ser şopa wî dimeşin. Ger Apê Musa hebûya wê wî li dijî îktîdara medyayê binîvîsandina. Generalên Apê Musa îro berxwedana Ibrahîmm Ayhan dinivîsin. Generalên  Apê Musa îro Dersîm, Munzur, Cizîrê, Sur û Îmraliyê dinivîsin. Ev kevneşopî jî apê mûsa ava kir. Tiştên ku Apê Musa gotine îro hîn jî tên gotin.”
 
'Em ê li ser şopa Apê Mûsa têbikoşin'
 
Piştre, Berdevkê Cemîyeta Rojnamegerên Azad Hakki Boltan axaftinek kir. Hakki, diyar kir ku Apê Musa rojnamegerên ku gihandine îro di şopa wî de dimeşin û wiha berdewam kir: “Kesên ku li ser şopa Apê Musa ne îro jî di bin zextan de e. Îro 175 rojnameger di girtîgehê de ne. Ji ber ku ew rojnameger li ser şopa Apê Mûsa ne di girtîgehan de ne. Ev jî diyardike ku ji kevneşopiya Apê Musa ditirsin. Ditirsin. Em ê tim li ser şopa Apê Musa bin”
 
'Ji qurnefîlên destên me tirsiyan'
 
Herî dawî jî Kurê Musa Anter, Anter Anter axaftin kir. Anter, bal kişand ser mudaxeleya ku li Amedê li bîranîna Apê Mûsa hat kirin û ev tişt got: “Min îro li wir dît ku ew ditirsin. Ji rewşa wan diyar bû ku ew çiqasî ditirsin. Ji wêneyên destên me û qurnefîlên destê me  tirsiyan. Ne bi tenê em in zarokên wî hûn  hemû zarokên wî ne. Min îro dît ku em gellek bi hêzin.”