'Bi îradeya jina azad em ê pergala Îmraliyê hilweşînin'
- 13:22 20 Îlon 2018
- Rojane
Ronîda hacî
HESEKÊ - Rêvbera Kongreya Star Helîma Ehmed tecrîda li ser Rêber PKK'ê Ebdulah Ocelan şermezar kir û got; " Em ê li ser piyabin bin heta ku em Rêberê xwe azad bikin."
Rêvbera Kongreya Star Helîma Ehmed diyar kir ku wan li Rojava - Bakûrê Sûriyê hemleyek bi navê "Em ê pergala Imraliyê hilweşînin û azad bi rêber Apo re bijîn" dane destpêkirin û hemle bi meş ,civîn ,sinevizyon û konê birêxistinbûn dewam dike.
'Abdullah Oclalan ji bo gelan xebitî'
Helîmayê di dewama axftina xwed got; "Rêber Apo ji bo azadiya me têkoşiya, em ê jî ji bo azadiya rêbertî têbikoşin û ji ber vê me wekî kongra Star des bi hemleyek ji bo azadiya rêbertî kiriye û em ê li ser piyan bin hat ku em rêbertiya xwe azad bikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku beşdarî hemleya me bibin ji ber ku serokatî ji bo hemû gelan xizmet kiriye. Divê her kesê xwedî wicdan û azadîxwaz ji bo azadiya Abdullah Ocalan tevbigerin. Em wekî pêkhateyên Rojava –Bakurê Sûriyê em ê bi hemû rêbazan ji bo azadikrina rêberê xwe li ber xwe bidin."
'Bi têkoşîna jinan em ê Rêber Apo azad bikin'
Helîmayê axftina xwe wiha bi dawî kir; " Serokatî jin azad kir û em ê bi fikir û felsefeya wî azadiya wî misoger bikin. Bi vîn û têkoşîna jina azad em ê bighêjin azadiya rêberê xwe. Em tucarî na westin em ê li ser piyan bin û serokê xwe azad bikin."