Li Idîrê jinek hat qetilkirin

  • 11:07 20 Îlon 2018
  • Rojane
ÎDIR - Mêrê bi navê Mehmet Çagraş jina bi navê Guner Çagraş ku jê li ber berdanê bû bi îşkencêyê qetil kir.
 
Li Îdirê duh êvarê mêrê bi navê Mehmet Çagraş, ji na ku jê li ber berdanê bû Guner Çagraş, bi îşkenceyê giran birîndar kir. Guner di serî de rakirin nexweşxaneyeke taybet û piştre jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê. Guner li gel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.
 
Mehmet Çagraş ê ku piştî bûyerê çû Muduriyeta Emniyetê piştî lêpirsîna wî biqede hat aşkerakirin ku ew ê derxînin edliyeyê.