‘Dest ji dozê berdin wê mûçe ji we re bê girêdan!’

  • 09:08 20 Îlon 2018
  • Rojane
ŞIRNEX- Behiye Erener di dema qedexeya derketina derve ya Sîlopiyê de parçeyê şarapnelê li serê wê ket û jiyana xwe ji dest da. Di doza ku derbarê kuştina wê de hatibû vekirn tu pêşketin tune ye û keça wê Ayten Erener îdia kir ku ji wan re hatiye gotin ‘dest ji dozê berdin em karmendiyê bidin we an jî mûçe ji we re girê bidin'.
 
Di qedexeya derketina derve ya li Sîlopiyê di 5’ê Nîsana 2016’an de hat îlankirin, Behiye Erener ya 48 salî jî ber parçeyê di şarapnelê ku li serê wê ket  jiyana xwe ji dest da. Zarokên Behiyeyê dan xuyakirin ku ji bo berpirs bên cezakirin serî li hemû riyên hiqûqî dane lê heta niha tu pêşketin pêk nehatiye.
 
‘Ji bo avê bigire derketibû’
 
Keça Behiyeyê, Ayten Eren roja bûyerê wiha vegot: “6’ê Nîsanê bû. berê êvarê bû. Top dihatin avêtin. Du rojan me nikaribû hewcedariya xwe ya av û avrêjê  pêk bînin. Piştre dayika min ji bo avê çû baxçe. Dengê topan hat. Yek li baxçeyê me ket. Parşeyên wê li serê dayika min ketbû. Her ku me dayika min kaş dikir, wan zêdetir gulebaran dikir. Dayika min di destê me de jiyana xwe ji dest da. Tu tiştek ji destê me nehat.”
 
‘Heta em gihiştin nexweşxaneyê pir dereng bû’
 
Aytenê daxuyakirin ku ji ber destur nehatiye wesayît bên taxê bi saetan şûnde dayika wê birine nexweşxanê û wiha got: “Em nîvro çûn nexweşxaneyê. Heta em çûn ji xwe dereng bû. Dema top dihatin avêtin birayê min jî ji sînga xwe birîndar bû. Parçeyê şarapnelê li sînga wî ketibû. Tevî vê em dereng gihiştin Amedê. Tevî ku dizanibûn di ambulansê de birîndar heye, li her nokteyê lêgerîn dikirin. Çend hefte piştî qedexeyê em ancax çûn ser gora dayika min. Xwişka min parçyek li ser gorê danîbû. Me jiwr nas kir.”
 
Aytenê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ev 3 sale di doza dayika wê de tu pêşketin tune û îdia kir ku ji wan re hatiye gotin ku ‘ger hun dest ji dozê berdin wê karmendî ji were bê dayîn û mûçe ji wan re girê bidin’ û wiha got: “Gelo canê mirovan bi pereyan e. Lê heta dawî em li pey xwîna dayika xwe ne. Ji bo kujer bên darizandin çi ji destê me bê em ê bikin.”