Efrîn ne bi tenê ye gelê Şengalê li pişta wê ye
- 09:01 20 Îlon 2018
- Rojane
Viyan Said-Nesrin Hisen
ŞENGAL - Jinên êzidî yên şengalê ku dagirkirina Efrînê şermezar kirin diyar kirin ku Efrînê ne bi tenê ye û Şengalê hata dawî li pişta wê ye.
Ji dîrokê û heta niha hertim dewleta Osmanî û neviyê wê delwta tirk êrîşî hemû civakan kirine û axa wan talan kirin e. Dewleta tirk îro jî li Efrînê dixwaze ku çanda bi hezaran salan a li Efrînê tune bike. Jinên êzidî yên li Şengalê bertek nîşanî vê helwesta dewleta tirk dan û gotin ku ew ê heta dawiyê mil bi mil Efrînê biparêzin û ji dagirkeran rizgar bikin.
'Em şopdarên berxwedana Efrînê ne'
Ji jinên êzidî Amşê Reşo wiha got: “Em wêkî jinen êzidî heye dawiya jiyana xwe bi gele xwe yê Êfrinê re ne bila djmin baş bi zanibe kû em tucari dev ji Efrina rengîn bernadin. Çawa me nedixwest ferman bi ser kurdên êzidî de bê me nedixwest ku êrîş û ferman bi ser gelê Efrînê de jî were. Çewa di êrîşa roja yekemîn de me got em van êrîşan qebûl nakin em îro jî heman tiştî dibêjên tu tişt ji bo me neguherîye. Gelê Efrînê her li ber xwe de û em ê jî şopdarên vê berxwedanê bin."
'Tu hêz nikare me têk bibe'
Amşê silêman jî wiha got: "Ez di serî de berxwedana efrinê piroz dikim ev nêzî salakê ye li ber xwe dide. Li gel ku dewleta tirk bi heman awayi erişî Efrin dika heta roja iro tû kesi dengi xwe nekirye li hemberi van êrîşan. Lê em weke dayikên êzîdî didin diyarkirin ku em van êrîşan qebûl nakin û em ê bedeng nemînin. Bila dewleta tirk baş bizanibe ku em dayik em ê êrîşên wan têk bibin. Tu hêz nikare me têk bibe.”