Bi hezaran kes li Kobanê ji bo Efrînê daketin qadan

  • 14:26 19 Îlon 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê bi dirûşmeya" Rêzgarkirina Efrînê Rêzgarkirina Sûriyeyê ye û ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na" ji bo Efrînê daketin qadan û li Kobanê meş li dar xistin 
 
Bi hezaran ji welatiyên Kantona Kobanê herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser Efrînê, bi pankarta `Ji guhertina demografiya Efrînê re na, Efrîn rûmete  em li rûmeta xwe xwedî derdikevin û mirina faşîzma tirk hatiye` li Kobanê meşeke girseyî hat lidarxisitn. Di meşa ku bi rêzgirtina ji bo pakraewanên azadiyê hat destpêkirin de dirûşma, " Efrînê xeman nexwe gelê Bakurê Sûriyeyê bi ter re ye` hat berzkirin û meş ji Qada jina Azad ber bi Qada Aşitiyê  ve hat berdewamkirin.
 
Li Qada Aştiyê girse hat rawestandin û li ser navê girseyê endama rêveberiya Kongereya Star peyman Aydin û ji Komîteya Efrînê  jî Muhemd Hemo axivîn û diyar kirin ku hebûna gelê kurd wê tune nebê û wê efrîn bi hêza kurdan rêzgar bibie.