Li hemû dibistanên Hesekê pirtûk hatin belavkirin

  • 14:08 19 Îlon 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Pirtûkên dersê li hemû xwendekarên dibistanên kantona Hesekê hatin belavkirin.
 
Li Rojava li dibistanan ji 9'ê Îlonê ve perwerde hatiye destpêkirin. Bi minasebeta sala perwerdê ya 2018 û 2019'an  ji hemû xwendekarên dibistanan re wekî lêgerînekê ders hatin dayîn û îro jî li hemû xwendekarên dibistanan pirtûk hatin belavkirin.
 
'Em ê xwedî li nasnameya xwendekaran derkevin'
 
Rêveberê  Dibistana Nizar Qebanî  ya li bajarê Hesekê Rotîn Hesaf, diyar kir ku piştî belavkirina pirtûkan êdî bi rengekî fermî perwerde hatiye destpêkirin û wiha got " Îro li hemû dibistanan pirtûk hatin belavkirin, êdî dibistanan bi rengekî fermî dest pê kir.  Li dibistanan zarokên her pêkhateyekî ew ê bi zimanê xwe bên perwerdekirin."
 
'Zimanê dayikê bingeh e û zimanê cîran jî girîng e '
 
Rotînê di dewama axftina xwede got " Dibê her pêkhateyek xwedî li zimanê dayikê derkeve. Ji ber ku zimanê dayikê bingehe û piştre jî kesê bixwaze dikare fêrî zimanê cîran an jî yekî din bibe. Mirov fêrî pir zimanan bibe pir girîng û başe lê nayê wê  wateya ku mirov zimanê xwe yê dayikê ji bîr bike . Ez bang li hemû pêkhateyan dikim ku xwedî li zimanê xwe yê  dayikê derkevin û ji pişaftinê biparêzin. "
 
'Em ji zimanê xwe hez dikin '
 
Şagirta bi nav Ruha Ehmed jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: " Em pir kêfxweş in ku pirtûkên me bi zimanê me ne. Zimanê me zimanekî şîrîn e. em pir ji zimanê xwe hezdikin.
 
Piştre hemû xwendevanan bi hev re kêfxweşiya xwe anîn ziman û strana Hunermendê nemir Mihemed Şêxo 'Şêrîn û xweşe zimanê kurdî 'gotin.