Nûçegîhana me ya li walîtiyê dihat girtin hat berdan

  • 10:15 19 Îlon 2018
  • Rojane
AMED - Nûçegîhana me Gulîstan Azak a ku ji aliyê polîsên walîtiyê ve hat girtin û piştre jî hat binçavkirin, piştî ku îfadeya wê hat girtin hat berdan. Lê kamera û wênekêşa bi nûçegîhana me re hat desteserkirin.
 
Nûçegîhana me Gulîstan Azak duh êvarê li derdora avahiya Walîtiya Amedê  ji aliyê polîsên li walîtiyê ve hat girtin û du saetan li kulubeya polîsan 2 saetan hat rawestandin û pişter jî ji aliyê polîsên TEM'ê  ve hat binçavkirin û birin Muduriyeta Emniyetê ya Amdedê.
 
Gulîstan ku alavên wê yên teknîkî hatin desteserkirin, piştî îfadeya wê hat girtin hat berdan.