‘Yek ji pirsgirêkên perwerdeyê yên girîng perwerdeya bi zimanê dayikê ye’
- 09:10 19 Îlon 2018
- Rojane
AMED- Dema perwerdeya nû bi gelek pisgirêkan dest pê kir. Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Fatma Budak diyar kir ku yek ji pisgirêkên sereke yên perwerdeyê perwerdeya bi zimanê dayikê ye û pêkanînên di vê qadê jî wek ‘pêngavên ji çanda muhafazakar, zayendperest û nîjadperest xwedî dibin’ nirxand.
Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) a Amedê Fatma Budak pisgirêkên di qada perwerdeyê de nirxand û got di vê pergalê de yek ji pirsgirêkên sereke perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Fatmayê bi lêv kir ku Wezareta Perwerdeya Millî (MEB) di Rêziknameya Vekirin, Girtina Saziyê û Danîna Nav de guhertin kiriye û vê jî di warê perwerdeya tevlihev ya li lîseyên Anadolu, teknîk û pîşeyî guhertin kirine. Fatmayê her wiha daxuyakirin ku sedema sereke ya vê guherînê jî ev e ku pergala perwerdeya muhafazakar bikin jiyanê.
‘Pêvajoyê bi pergala 4+4+4 dest pê kir’
Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku sala perwerdeya nû bi gelek pisgirêkan dest pê kiriye û vê jî bi pergala 4+4+4 dest pê kiriye û wiha got: “Pergal, wek pergaleke ku aliyên muhafazakar razî bikin û planên ku nifşekî îtîkar bigihînin, hat destpêkirin. Lingê vê yê dawî jî derxistina xala ‘li lîseyên pîşeyî û teknîkî dikare perwerda tevlihev bê dayîn'.”
‘Butçeya komele û cemaetan MEB dide’
Fatmayê diyar kir ku dema butçe tên amadekirin ligel ku ji tu wezaretê butçe nayê birîn, ji Wezareta Perwerdeya MILLÎ 118 butçe tê birîn û wiha pê de çû: “Hem lêçûnên personelan, hem çêkirina dibistanan, hem jî lêçûnên din ji butçeya veqetandin tê girtin. Ev têr nake lêçûnên cemaat û komeleyan jî ji virt ê dayîn.”
‘Her zarok xwedî mafê ku bi zimanê xwe perwerdê bibîne’
Fatmayê her wiha da zanîn ku ew wek Egîtîm Sen'ê perwerda bi zimanê dayikê û zanistî laîk diparêzin û perwerdeyek di çarçoveya van rêgezan de tune. Fatmayê wiha dawî lê anî: “Li Tirkiyeyê çandek pirzimanî heye. Di nav vê pirzimaniyê de zimanê kurdî jî heye. Li gorî peymanên navneteweyî perwerdey bi zimanê dayikê mafê sereke ye. Lê mixabin li Tirkiyyê ev tune ye. Di esasa polîtîkayên xwe yên nîjadperest de perwerdê dide. Li aliyê din jî di amadekirina mufredatê de gotinên zayendperest tên bikaranîn.”