Bersûcê ku jina bi navê Z.K. bi tundiyê re rûbirû hişt hat berdan
- 09:08 19 Îlon 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Li gundê Tizyan ê Qosera Mêrdînê jina bi navê Z.K. (76) rastî tundiya kurê xwe Razaman Kilinç hat. Polisan piştî nîv saetê sûcadar serbest berda.
Li gundê Tizyan ê navçeya Qosera Mêrdînê jina bi navê Z.K. (76) rastî tundiya kurê xwe Razaman Kilinç hat. Di derbarê mijarê de neviya Z.K., B.G. axivî û got ku Ramazan Kilinç piştî nîv saetê serbest hatiye berdan û xwest ku ew kes bê cezakirin.
Neviya Z.K. a bi tundiyê re rûbirû hat hişitin B.G., di destpêka axaftina xwe de got ku Ramazan Kilinç berî bi 3 rojan çûye mala Z.K. û ew bi tundiyê re rûbirû hiştiye û wiha besha bûyerê kir: “Xalê min Ramazan Kilinç ji bo pere û tapuya xaniyê wê bigire ser xwe her roj dapîra min bi tundiyê re rûbirû dihişt. Lê ji ber ku dapîra min pere û tapo nedan xalê min Ramazan Kilinç destdanî ser mala wê û ew di odeyekê hepis kir. xalê min Ramazan Kilinç her dem bi qumarê dilêyze û alkolê jî bi kar tîne. Ji ber wê jî her dem tundî li dapîra min dikir. Lê wê ji me re nedigot ku xalê min tundiyê lê dike. Dema dihat mala me jî bedena wê tim mohr bû û vê jî diyar dikir ku rastî tundiyê hatiye."
B.G. di berdewaimya axaftina xwe de diyar kir ku dapîra wê ji ber tûniya lê dihat kirin mala xwe ji kurê xwe re hişt û çû gundê Tizyanê û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Piştî ku dapîra min çû gund jî Ramazan Kilinç û çend mêr pê re çûn mala dapîra min û mala wê hemû belav kirin. Pitre ji dapîra min qerta pere xwest ji bo ku pere hilde û xwest dapîra min bifetisîne û bikûje. Ji ber tundiya li dapîra min hatiye kirin hemû cermê li ser destên wê parçe bûye û bedena wê hemû reş kiriye. Her wiha dema ku Ramazan hewl daye wê bifetisîne jî parsûyên pîra min şikandine û parçeyên parsuyê du santîman di kezeba wê re çûye xwarê.”
‘Ne bi tenê carekê bi salan e vê tundiyê li dapîra min dike...’
B.G., di berdewama axaftina xwe de got ku piştre wan Z.K. rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û wiha bi lêv kir: “Sê rojan di nexweşxaneyê de ma. Wê dapîra min ji ber kezebê emeliyat bibûya, lê bijîşkan ew tabûrcî kirin û gotin ku wê bi dermanan tedavi bikin. Rewşa wê ya krîtîk niha derbas bû. Razaman Kilinç ne bi tenê carekê bi salane tundiyê li dapîra min dike. Lê me nizanibû û heta ku wê rojekê ji me re got em pê hesiyan.”
Sûcdar îtîraf kir, polîsan serbest berda…
B.G., di dirêjiya axaftina xwe de got ku li ser vê rewşê wan derbarê Ramazan Kilinç de serlêdana sûc kirine û wiha pê de çû: “Derbarê mijarê de me serlêdana sûc kir û polîsan Ramazan Kilinç girtin binçavan. Ramazan Kilinç di îfadeya xwe de îtîraf kiribû ku tundî kiriye, lê piştî nîv saetê polîsan ew serbest berda û niha li derve ye.”
'Bila saziyên jinan xwedî li jinên tundî li wan tê kirin derkevin'
B.G., di dawiya axaftina xwe de xwest ku sûcdar bê cezakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ku ew cezayê heq dikelê bê birîn. Ewlehiya me tune ye. Em dixwazin ku ew bê cezakirin. Em dixwazin ku hemû saziyên jinan xwedî li jinên ku rastî tundiyê tên derkevin û biparêzin.”