'Azadiya Rêber Apo ji bo pêşketina civakan girîng e'

  • 09:06 19 Îlon 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR- Di çarçûveya Pêngava Sêyemîn a ku azadiya Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan armanc digire de civîn, daxuyanî û semînerên ku tên lidarxistin, dewam dikin. Rêvebera Têkiliyên Diplomasiyê ya Kongireya Star Elya Oglo pêngava dane destpêkirin  nirxand. 
 
Rêber Apo jinên pêşeng û azad pêkve xistine.  Loma îro hemû jin deyîndarê Rêber Apo ne.   Di her kêliyê de xwe birêxistindikin ji bo ku keda Rêber Apo vala dernexînin.  Kongireya Star pêngava ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin a yekemîn  û duymîn bi dawî kir û  ya  3yemîn da destpêkirin.
Rêvebera Têkiliyên Diplomasiyê  ya Kongireya Star Elya Oglo pêngava dane destpêkirin nirxand û diyar kir ku ew ê di her kêliyê de ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.
 
Elyayê derbarê pêngava ku bi daxuyanî, semîner û civînan dewam dike de wiha got:" Armanca me ew e ku em keda Rêber Apo vala dernexînin û wî azad bikin.  Niha jî pêngava ku me daye destpêkirin em berdewam dikin. Rêber Apo rêya azadiyê ji jinan re  vekir û divê hemû jin jî li tevahiya cîhanê azadiya Rêber Apo bixwazin.  Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya jinan e."
 
'Civaka Rojhilata Navîn pêwîstiya wê bi şoreşek din a jinê heye' 
 
Elyayê gotinên Rêberê PKK ê Abdulla Ocalan rave kirin û wiha pêl da axaftina xwe:"Civaka Rojhilata Navîn pêwîstiya wê bi şoreşek din a jinê heye, raste ne tenê civaka Rojhilata Navîn hemû civak pêwîstiya wan bi şoreşa jinê heye.  Ji ber ku jin di hemû qadan de hatine çewsandin û mafên wan hatiye binpêkirin. Mînaka jinên ku bûn pêşengên şoreşa jinê jî Sakîne Cansiz e."
 
'Serdema 21'an serdema azadiya jin û civakê ye'
 
Elyayê tevgera jinê ku tevgera serdema 21an e wiha pênase kir:"Em niha di serdema 21an de ne û ev jî tê wê wateyê ku serdema 21an serdema nûbûn, guhertin û veguhertinê ye. Herwiha ev serdem  serdema azadiya jin û civakê ye. Jinê civak ava kiriye loma ew pêşeng û avakera şoreşê ye.  Nabe ku jin ji civakê bê dûrxistin. "
 
Elyayê diyar kir ku siyasetmedara yekemîn di civakê de jin e û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Jin siyasetmedara yekemîn a di civakê de ye û dizane diç rewşê de çawa danûstendinê bike. Lê diplomasî û siyaset aîdê zilam hatiye dîtin. Niha jî jin di nava têkoşînê de ne da ku mafên wan yê ku hatibû desteserkirin paşve bigirin."
 
Elyayê  bang li tevahî jinan kir ku  ji bo azadiya Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan rabin ser piyan û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê rêxistinên mafên mirovan û saziyên hiqûqî zextê li ser dewleta tirk bikin da ku parêzer û malbat hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re bikin û rewşa wî ya tendrustî hîn bibin. Divê hemû jin ji  o azadiya Rêber Apo li qadan bin. "