Têkoşîna herî mezin a li dijî tecrîdê yekitî ye
- 09:01 19 Îlon 2018
- Rojane
Viyan Said/Nesrin Hisên
ŞENGAL - Jinên êzîdî di her kelîya jiyana xwe de tînin ziman ku ew tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qebûl nakin û dan diyarkirin ku pêwîste di nava tekoşîneke pir mezin de bin.
Jinên êzidî yên Şengalê ku bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan, diyar kirin ku divê jin erka xwe bi cih bînin û ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê têkoşîna xwe mezin bikin.
Jina bi navê Edlan Şengalî ku yek ji wan jinan e diyar kir ku deyndarên Rêber Apo ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çiqas dewletên desthilattar hewl bidin ku Rêberê me ji gelan qut bikin jî ew ê bi ser nekevin. Ji ber ku fikir û nêrîna Rêberê me ji bo me bûye mizgînya jiyaneke nû. Kurdên êzîdî jî yek ji wan gelan e. Wan bi vê fikrê tehma azadayi girt edî ew dev jê bernadin. Heta yek êzîdî jî hebe ew ê li dû vê fikrê be."
'Dem dema xwedîderketina li Rêber Apo ye'
Di berdwamîya axaftina xwe de dayika Edlan tekiliya di navbera êrîşên li ser gellan û girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jî ev nirxandin kirin " Em baş dizanin ku tecrîda li ser Rêberê me giran dibe êrîşên li ser me jî zêde dibin û gelê bindest hîn zêdetir bi êrîşan re rû bi rû dimîne. Edî em vê zilmê qebûl nakin. Kesê ku vê zilm, êrîş û neheqîyê bide sekinandin Rêber Apo ye. Dem dema xwedîderketina li Rêber Apo û têkbirina tecîrda li Îmraliyê ye."
'Ji bo rakirina tecrîdê yekitî divê'
Jina bi nav Canê Silêman ku ew jî di heman mijarê de axivî wiha: "Ji bo ku ev tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me bê rakirin pêwîst e em bibin yek dest. A pêwîst yekîtî ye û bi yekdengî li dijderketina tecrîda li Îmaraliyê ye. Tişta ku aloziya li nava civakên Rojhilata Navîn biqedîne jî nêrîn û fikrên Rêbar Apo ne."