ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2018'AN
- 09:00 19 Îlon 2018
- Rojev
*Jinên êzîdî di her kelîya jiyana xwe de tînin ziman ku ew tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qebûl nakin û dan diyarkirin ku pêwîste di nava tekoşîneke pir mezin de bin.
*Ji mînakên dayikên kurd yên tekoşer û berxwedêr dayîka Şêrîn Omer ya ku li zindanên rêjîma Baassê hatiye girtin û niha jî bi keda destên xwe malbata xwe xwedî dike wiha dibêje "Soza berdewamkirina tekoşînê ya ku min ji Rêber Apo re da bû sedem ku ez li hemberî hemû cureyên îşkenceyê li ber xwe bidim." DÎMEN HEYE
*Di çarçûveya Pêngava Sêyemîn a ku azadiya Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan armanc digire de civîn, daxuyanî û semînerên ku tên lidarxistin, dewam dikin. Rêvebera Têkiliyên Diplomasiyê ya Kongireya Star Elya Oglo pêngava dane destpêkirin nirxand. DÎMEN HEYE
*Li gundê Tizyan ê Qosera Mêrdînê jina bi navê Z.K. (76) rastî tundiya kurê xwe Razaman Kilinç hat. Polisan piştî nîv saetê sûcadar serbest berda. DÎMEN HEYE
*Dema perwerdeya nû bi gelek pisgirêkan dest pê kir. Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Fatma Budak diyar kir ku yek ji pisgirêkên sereke yên perwerdeyê perwerdeya bi zimanê dayikê ye û pêkanînên di vê qadê jî wek ‘pêngavên ji çanda muhafazakar, zayendperest û nîjadperest xwedî dibin’ nirxand. BI DÎMEN
*Li gorî hejmarên ne fermî nêzî 750 zarok bi dayikên xwe re li girtîgehan e. Parêzer Salîha Şahîn got: “Girtîgeh ji bo mirovên mezin cihên zehmetin. Bi taybet di demên dawî de pisgirêkên mezin tên jiyîn û girtîgeh bandorê li ser tenduristiya rih û bedena zarokan dikin. Ev zarok li gorî hevtemenê xwe dema derdikevin 1-0 şûnde dest bi jiyanê dikin.” BI DÎMEN
*Tevî hemû bertekan li gundê Kizilca tê xwestin ku JES bê çêkirin. Li gund gel li dijî JES’yan bi şev roj nobetê digirin. Gundî diyar dikin ku ji ber JES’yan tenduristiya wan xera bûye û pirsa ‘sedema vê israra we çi ye’ ji Walî kirin. BI DÎMEN
*Bi hatina payîzê re hîn kes hîna bêrivaniyê dikin û bêrîvanî yek ji mînaka herî kevin a jiyana komunal e. Jinên Wanê hîna vê kevneşopiyê didomînin. BI DÎMEN
*Ayşe Buluttekîn ya di dema qedexeya derketina derve ya Şirnexê de ji bo şîr ji pitika xwe re bikire derket derve, li ber derî hedef hat girtin û hat qetilkirin, cenazeyê wê salek şûnde teslîmî malbatê hat kirin. Cenaza tevî hemû daxwazên malbatê bi hinceta ‘ne sîvîl bû’ hat qetilkirin.