Xelatên Rojnamegeriya Musa Anter xwediyê xwe dîtin
- 16:00 18 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL - Xwediyê xelatên Pêşbirga 26’emîn Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter yên îsal diyar bûn. Pêşbirga ku ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşam ve di 5 beşan de hat lidarxistin, encama xelatan diyar bû.
Encama 26'emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê yên îsal diyar bûn. Pêşbirka ku ji beşên “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wên (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkatrr” ve “Nûçeyên Jinê” pêk tê ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve organîzekirin. Xwediyê xelatên îsal diyar bûn. Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ya 26’emîn di 15'ê Îlonê de bi dawî bûn û îro encama wan diyar bû.
Di beşa nûçeyên tirkî de xelat
Di beşa nûçeyên Tirkî de, ji Rojnameya Karinca Bekir Avci, bi nûçeya “Çanak Anten’den Wireless’a: Kürt illerinde değişen haber alma pratiği / Ji Antena Çanak ber bi Vîreless'a: Li Bajarê kurdan pratika nûçestendinê" bû yekemîn. Xelata Jûriya Taybet a Nûçeyên Tirkî Nûçegîhanê Arti Gerçekê Rifat Dogan; bi nuçeya “Ji bo dosyayên kujer nediyar bişewitînin dişandin SEKA'yê" û Nûçegîhanê Bîrgunê Ugur Şahîn bi nûçeya “Bajarê Sakin ku rojê 300 kamyon derbas dibin; Trakya bi tevahî ji çavên xwe derxistine" xelat wergirtin.
Di Beşa kurdî de xelata juriya taybet
Di beşa nûçeyên kurdî de Nûçegîhanê Rojnameya e-rojname Zeynel Bulut bi nûçeya “Li Ser şopa dîrokê: Gundê Melekê Tawîs Tawîsî” Xelata Jûrîya Taybet wergirt.
Di beşa wêneyê de
Di beşa wêneyan de jî Nûçegîhanê Rojnameya Fersude Hayri Tunç û Nûçegîhanê Rojnameya Cumhuriyetê Vedat Arik bi wêneyên di çalakiya Dayikên Şemiyê ya Hefteya 700’emîn de kişandin xelata 1'emîn wergirtin.
Xelata Jûriya Taybet a Wêneyan jî bi wêneyê êrîşa bombeyî ku 21 welatiyên sivîl li Efrînê jiyana xwe ji dest dan, dan Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Nazım Daştan
Di beşa karîkaturê de
Di beşa karîkatur de jî xelat dan 2 berheman. Jûrî xelat da karîkaturên berhemên Ozgur Evran û Beşir Geroglu.
Xelata nûçeyan a jinê
Di beşa nûçeyên jinê ya Gurbeteli Ersoz de jî Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Arjîn Dîlek Oncel, bi nûçeya “Li Bajarê Çadirî yê Telhamutê jin ji bo paketek şîr neçarî fihuşê dikin" xelat wergirt.
Xelata Rûmetê
Xelata Rûmetê ya Jûrî jî dan Dayikên Şemiyê.
Lijneya hilbijartinê
Nûçeyên Tirkî : Huseyîn Aykol, Candan Yildiz, Fatîh Polat, Faruk Eren, Îbrahîm Varli.
Nuçeyên Kurdî : Reşat Sorgul, Suna Tunç, Ramazan Umar, Semîha Alankuş, Mehmet Alî Ertaş.
Nûçeyên Jinê : Burcu Karakaş, Nevîn Cerav, Dîcle Muftuoglu, Derya Ceylan, Ayşe Oyman.
Wên: Mustafa Seven, Abdurrahman Gok, Ozcan Yaman, Ramazan Ozturk, Nazmî Belge.
Karîkatur: Dogan Guzel, Îmam Cîcî, Sefer Selvî, Rewhat Arslan.
Wê Apê Mûsa bê bîranîn
Beriya xelatên Musa Anter bên dayîn, di 20'ê Îlonê saet di 11.30’an de dê Musa Anter li cihê ku 26 sal berê lê hat kuştin li taxa Seyrantepe ya Amedê bê bibîr anîn. Di heman rojê de piştî nîvro jî dê biçin Gundê Stilîlê yê Nisêbîna Mêrdîn û Anter li ser gora wî bibîr bînin.
Bernameya xelatê li Stenbolê ye
Bernameya Xelatên Pêşbirga 26’emîn Rojnamegeriya Şehîtên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter dê îsal di 22'ê Îlonê de li Stenbolê pêk bînin. Xelat, dê saet di 18.00’an de li avahiya Odeya Mîmaran a TMMOB'ê ya Beyoglu Karakoyê bi merasimekê bê dayîn.