Malbatan bertek nîşanî îşkenceya li ser cenazeyan dan

  • 09:05 18 Îlon 2018
  • Rojane
AMED - Malbatan bertek nîşanî îşkenceya li ser cenazeyan dan û gotin ‘Êdî bes e’ û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
 
Îşkenceya li ser cenazeyên şervanên HPG û YJA Starê yên li qadên pevçûnê jiyana xwe ji dest didin didome. Cenazeyên ji morgan tên girtin nayên naskirin û destur nayê dayîn ku malbat şîna xwe jî danînin. Cenazeyên tên teşîskirin bi hefteyan, bi mehan li morgan tên sekinadin û nahêlin malbat wecîbeyên olî bînin cih û di dema definkirinê de zextan dikin ku tenê çend kes biçin.
 
‘Tevî encaman em tên sekinandin’
 
Malbatên ku  li dijî vê zilmê serî rakirin wiha gotin: “Îşkenceya li ser cenazeyan têr nake û pêkanînên kêfî jî tên kirin. Em zarokên xwe nas nakin. Em testa DNA’yê dikin tevî encam dertên jî nadin me. Li ser maseyan em dibînin ku encam derketine lê dibêjin encam derneketiye.”
 
‘Bila her kes xwedî li cenazeyan derkeve’
 
Malbatan destnîşan kirin ku dema diçin ji bo girtina cenazeyan rastî heqeretan tên û ev tişt bi lêv kirin: “Di rojên borî de ji Meletiyê cenaze hat lê nehiştin kes biçe. Em çûn Qoserê şînê , şîn li hewşa malbatê hatibû danîn. Gotin wê desturê nedin vê jî. Nahêlin cenaze li mizgeftan bên şuştin. Nahêlin em mala şînê bi kar bînin. Em bi zarokên xwe serbilindin. Çi dikin bila bikin em ê şîna xwe daynin. Em bang li rayagiştî dikin ku her kes xwedî li cenazeyan derkeve.”
 
200 cenaze tên sekinandin
 
Li gorî agahiyên hatine girtin li morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê nêzî 200 cenaze hene û cenaze li goristana bêkesan jî hatine definkirin. Li Amedê jî li goristana bêkesan cenazeyê 23 kesan heye.