Kongreya Star ji 3 neteweyan jin anîne gel hev
- 09:03 18 Îlon 2018
- Rojane
Îlham Eloso
GIRÊ SIPî- Kar û xebatên rêxistina Kongereya Star li Kantona Girê Sipî bi kombûna jinên ereb, kurd û ermenî tê meşandin. Armanca jinan ew e ku hemû jinên Girê Sipî bi rêxistin bikin.
Piştî rizgarkirina Kantona Girê Sipî ji çeteyên DAIŞ`ê Mala Jinê hat avakirin. Kar û xebata Mala Jinê 3 sal in berdewam dike. Piştî konferansa Kongereya Star ku di 2018`an de li Kantona Kobanê hat li darxistin biryara vekirina Saziya Kongera Star li Girê Sipî bê vekirin hat girtin. Navanda Kongireya Star destpêkê bi endamên Mala Jin hat vekirin. Niha li Navenda Kongreya Star ya Girê Spî 7 jinên ereb, 7 yên kurd û 7 jî yên ermenî dixebitin.
Jinên endamên Kongreya Star yên Girê Spî ku derbarê kar û xebatên xwe de nirxandin kirin anîn ziman ku ew ji ber li Kongreya Star ku saziya jinê dixebitin gelek kêfxweş in û her dem di nav hewldanan de ne.
Ji endamên Kongreya Star a Girê Sipî Heyfa Muslim ev nirxadin kir:”Xwesteka min hebû ku ez di nav Kongera Star de bixebitim, ji ber ku em rêxistina Konereya Star tevgerekê jinê ne. Em jî wek jin em dixwazin vê tevgerê li Girê Sipî pêşve bibin. Ez kar û xebata di nav Kongereya Star de weke pêşengtiyê ji bo jinê dibînim. Armanca me ew e ku hemû jinên Girê Sipî di nav saziya Kongreya Star de cihê xwe bigirin.”
Jina ereb ber bi azadiyê ve dibezin
Beyan Bozan jî diyar kir ku beriya avakirina Kongreya Star li Gerê Sipî rengê jinê di nav Bajêr de xuya nedikir û wiha got:”Piştî avakirina saziya Kongereya Star jinên ereb ji ber bi azadiyê ve dibezin. Ji ber ku em diçin di malên wan de civîn û nîqaşan dikin. Her wiha Mala jin jî pirsgirêkên gel careser dike. Ji bo vê jî bawariya me bi jinên ereb heye ku wê bibin xwedî îrade û azad bibin.”
Dîlan Hesen ku jinek ereb e û di nav Rêveberiya Kongreya Star a li Girê Sipî dixebite jî wiha dibêje:”Rola jinê di li Girê Sipî girîng e. Ji ber ku li vê derê jinên ereb gelek zêde ne û divê bên birêxistin kirin. Lê ya baş ew e ku daxwaza jinê ji bo perwerde û derketina ji malê heye. Ji bo vê jî projeya me ya esasî perwedekirina jin û mêr e. Wê jin cihê xwe di qada aborî û siyasî de jî bigrin.”
'Bi rengê jinê dewreyên perwerdê tên vekirin`
Dîlanê diyar kir ku sê sal in ew ji bo jinên ereb li berxwe didin wiha got: "Zilm, şer, zihniyeta mêr û êrîşên çeteyên DAIŞ`ê hemû li ser jinên ereb hatin meşandin. Ji ber vê jî tirsek di hundirê jinê de heye. Lê tevî vê jî tevgera jinê cesareteke mezin dide jinan. Hezkirina jina kurd û ereb ji hev re heye. Dema ku hezkirin jî hebe, wê piştgirî jî hebe wê jinên ereb, kurd, ermenî û tirkmen bi hev re azad bibin.”