Hêvî Mistefa: Dê bi şerê li Idlibê pêvajoyek nû dest pê bike
- 09:02 18 Îlon 2018
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Herêma Efrînê Hêvî Mistefa rewşa dawî ya Idlibê nirxand û wiha got:"Pêvajoya Idlibê ew ê bandorek mezin li ser tevahiya Sûriyeyê bike. Niha hemû kes li gor berjewendiyên xwe polîtîkayên xwe yên derbarê Idlibê de diyar dikin. Lê berî berjewendiyên şexsî divê ewlehiya gelê li Idlibê esas bê girtin."
Hevseroka Meclîsa Herêma Efrînê Hêvî Mistefa derbarê geşadanên Idlibê de destnîşan kir ku civînên ji bo Sûriyeyê negihaştiye armanca xwe û wiha got:"Ji bo pirsgirêka li tevahiyê Sûriyeyê bê çareserkirin divê nêrîn û daxwazên gel di destpêkê de bê xuyakirin. Lê kesên ku derbarê aloziya Sûriyeyê de civîna li dar dixin di destpêkê de berjewendiyên xwe difirikirin loma jî nagihêjin encamekê."
Hêvî Mistefa bi lêv kir ku bêyî Kurdan li Sûriyeyê tu pirsgirêk nayê çareserkirin û got:"Heta ku gelê Kurd muxatab nêyê girtin dê pirsgirêk çareser nebe. Ji berê de em dibejin ku deriyê me ji bo diyalogê vekiriye. Dewletên wekî Tirkiye û Îranê ku her êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dikin naxwazin ku şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe. Tenê derdê dewleta tirk ew e ku çeteyên girêdayî wê yên li Idlibê bên parastin. Loma agirbestiyê dixwaze. Dewleta tirk di nav Sûriyeyê de piştgirî dan çeteyan da ku kurd nebin xwedî statu û projeya netewa demokratîk têk biçe. Ger pirsgirêka Idlibê çareser nebe ev yek dê bandorek neyînî li ser tevahiya Sûriyeyê bike."
'Dê bi şerê li Idlibê pêvajoyek nû dest pê bike'
Hêviyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Gelek planên qirêj di derbarê Idlibê de tê çêkirin. Ev yek jî dê aloziya li Sûriyeyê kûrtir bike. Pêvajoya Idlibê ew ê bandorek mezin li ser tevahiya Sûriyeyê bike. Dê bi şerê li Idlibê pêvajoyek nû dest pê bike. Niha hemû kes li gor berjewendiyên xwe polîtîkayên xwe yên derbarê Idlibê de diyar dikin. Lê berî berjewendiyên şexsî divê ewlehiya gelê li Idlibê esas bê girtin. Ji bo pirsgirêka li tevahiya Sûriyeyê bê çareserkirin divê nêrîn û daxwazên gel di destpêkê de bê xuyakirin. Lê kesên ku derbarê aloziya Sûriyeyê de civîna li dar dixin di destpêkê de berjewendiyên xwe difirikirin loma jî nagihêjin encamekê. Em dixwazin ku êdî alozî bi dawî bibe û gel êdî zirarê nebîne."