ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2018'AN

  • 09:00 18 Îlon 2018
  • Rojev
*Kar û xebatên rêxistina Kongereya Star li Kantona Girê Sipî bi kombûna jinên ereb, kurd û ermenî tê meşandin. Armanca jinan ew e ku hemû jinên Girê Sipî bi rêxistin bikin. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Meclîsa Herêma Efrînê Hêvî Mistefa rewşa dawî ya Idlibê nirxand û wiha got:"Pêvajoya Idlibê ew ê bandorek mezin li ser tevahiya Sûriyeyê bike. Niha hemû kes li gor berjewendiyên xwe polîtîkayên xwe yên derbarê Idlibê de diyar dikin. Lê berî berjewendiyên şexsî divê ewlehiya gelê li Idlibê esas bê girtin." DÎMEN HEYE
 
*Malbatan bertek nîşanî îşkenceya li ser cenazeyan dan û gotin ‘Êdî bes e’ û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
 
*Reyhan Petekkaya ya li Zarokîstanê mamosteya Zazakî bû, di 2016’an de ji karê xwe hat îxrackirin û li ser vê ji xwe re şakuteriyek vekir. Hemû berhemên şarkuteriya wê jî ji destê wê dertên û hemû jî organîk in.
 
*Aysel Akgun a teşe dide kulav, tabloyên wê li her çar aliyê cîhanê belav bûne. Aysel diyar dike ku cîhanek mezin a rengîn a kulavan heye û got pir kêm kes bi hunera destan a kulav re eleqeder dibin.
 
*Aysel Akgun a teşe dide kulav, tabloyên wê li her çar aliyê cîhanê belav bûne. Aysel diyar dike ku cîhanek mezin a rengîn a kulavan heye û got pir kêm kes bi hunera destan a kulav re eleqeder dibin. BI DÎMEN
 
*Arîn ya bi dayika xwe Esma Yilmaz re li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Rihayê dimîne, rewşa wê her diçe xera dibe. Bavê wê diyar kir ku Arînê gelek kîlo winda kiriye û bin çavên wê mor bûne û her wiha got sê zarokên wî yên din jî psîkoliya wan xera bûye.
 
*Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Sûriyê li Kantona Girê Sipî diyar kir ku armanca vekirina biroya Meclîsa jinên Sûriyeyê li Girê Sipî ew e ku hemû jinan perwerde bikin. DÎMEN HEYE