Çalakiya Kongireya Star di roja xwe ya dawî de berdewam dike

  • 16:14 17 Îlon 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Çalakiya Kongireya Star a greva birçîbûnê ku di 15'ê mehê de bi dirûşma  " Yan Efrîn an Efrîn" ji bo rizgarkirina Efrînê û şermezarkirina bêdenigiya dewletên navneteweyî ya li dijî dagirkirina Efrînê û êrîşên li ser Kurdistanê ku dabû destpêkirin berdewam dike.
  
Çalakiya Kongireya Star a girêva birçîbûnê ya ku li  gundê Aqîbê yÊ girêdayî navçeya Şêrewa di 15'ê mehê de bi dirûşma " Yan Efrîn an Efrîn" hat destpêkirin di roja xwe ya dawî de bi moralek mezin ji aliyê jinan ve berdewam dike.  Îro jî gelê navçeya Fafînê cihê xwe di kon girt. Çalakiya ku berdewam dikike rastî eleqeyeke mezin tê û gelê Kampa Berxwedanê, Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Şehbayê, gelê gundê Tilqirah yê navçeya Ehdes jî çûn serdana çalakiyê. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Meclîsa Kampa Berxwedanê Muşîra Mele Reşîd, li ser Navê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Şêrîn Qaso û li ser navê Rêveberiya Navçeya Fafînê Gulê Muhemed axinîn. axaftvanan diyar kirin ku ew ê  bi vîn û îradeya jina azad Efrîn rizgar bibe û hemû pêlanên Dagirkeran wê vala derbikevin.”
 
Paşê şano ji aliyê Endamên Çand û Hunerê ya Navçeya Şêrewa li ser serkeftina şervanan a li Efrînê hat pêşkêşkirin.
 
Çalakî bi gerandina dîlan û govendê di roja xwe dawî de berdewam dike.