Îdiaya odeyên îknayê ava bûne: Zexta qeydê li malbatan tê kirin
- 10:11 17 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL- Seroka Velî-Der Îlknur Kaya diyar kir ku li malbat û xwendekaran tarîkat tên ferzkirin û wiha got: “Ji bo xwendekarên li lîseyan nehatine bicihkirin, bên îknakirin li odeyên midûriyetên perwerdeya millî odeyên îknayê hatine avakirin. Ji bo sedan malbatên lîseyên akademîk dixwazin, tê gotin ku zarokên xwe li lîseyên pîşeyî an jî îmam hatîpê qeyd bikin. Malbat ji bo vê tên îknakirin û zext li wan tên kirin.”
Sala nû ya perwerdê bi gelek pirsgirêkan dest pê kir. Piştî betlana havînê 18 mîlyon xwendekar vegeriyan dibistanên xwe û pisgirêkên xwendekar û malbatan jî li gorî salên borî zêde bûne. Ji ber krîza aborî berhemên kirtasiyê biha bûne û rayedaran gotin îsal wê pirtûk bê pere neyên belavkirin. Wezareta Perwerdeya Millî (MEB) di Rêziknameya Vekirin, Girtin û Navdanîna Saziyê de guhertin kir û bi vê re li lîseyên Anadalu, pîşeyî û teknîkî di şerta perwerda tevlihev de guhertin kirn. Ev jî tê wateya ku zarokên keç û kûr wê li polên cuda perwerdê bigirin.
‘Wê nîqaşekê biafirînin û derbasî pergala dixwazin bibin’
Seroka Giştî ya Komeleya Malbat û Xwendekaran (Velî-Der) Îlknur Kaya, diyar kir ku xwendekar di navbera polîtîkayên ol û bazirganiyê de hatine hiştin û ev jî li pey hev ketine jiyanê. Îlknurê diyar ki ku guherîna rêziknameyê pêngava yekem e û ev jî parçeyê pêvajoya avakirina pergal û mirovên nû ye. Îlknurê wiha got: “Belê hêdî hêdî tînin, bertekên ji mirovan tên jî wê kêm bikin.”
‘Piştgiriya dewletê ji bo malbat û dibistanan tune ye’
Îlknurê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt vegot: “Di vê pêvajoya nîqaşên krîzê hene de perwerda tevlihev ji nû ve hat rojevê û armanc ev e hedefê biguherin.Di salên borî de dewletê pirtûk belav dikir. Îsal ev pirtûk wê ji kirtasiyê bên girtin. Barê malbatan wê pir bê girankirin.Ji xwe beşek mezin a lêçûna dibistanan malbatan dida. Aboriya dibistanan bi pereyê di bin navê ‘bexşê’ de pêk tê. Piştgiriya dewletê ji bo malbat û zarokan tune. Ji bo dibistanên daybet butçe tê dayîn. Bi protokolan didin tarîkat û cemaatan jî. Tenê pirtûkek didan êdî wê jî nadin.”
Îlknurê her wiha da zanîn ku tarîkat li xwendekar û malbatan tê ferzkirin û got xwendekarên li tu lîseyê nehatine bicihkirin, tên îknakirin ku li lîseyên pîşeyî û Îmam hatîbê bên bicihkirin û got: “Ji bo vê odeyên îKnayê hatine avakirin. Kesên vê qebûl nekin jî neçar dimînin zarokên xwe bişînin dibistanên taybet. Ji ber vê jî zarok di navbera ol û bazirganiyê de hatine hiştin. Fikarên zarokan em jî dijîn. Bi dehan ciwanên hêviya xwe ji welat birîne hene û dixwazin derkevin derveyî welat.”