Li Tirbespiyê Firina Rojava ya jinê hat vekirin
- 11:02 16 Îlon 2018
- Rojane
TIRBESPIYÊ - Li Navçeya Tirbespiyê Firina Rojava hat vekirin.
Bi alîkariya Rêveberiya Buroya Jinê ya Şaredariyê li Navçeya Tirbespiyê Firina Rojava hat vekirin. Di firinê de dê sê jin bixebitin.
Di vekirina firinê de Endama Rêveberiya Şaredariya Nevçeya Tirbespiyê Sûad Hisên axivî û got:"Ez bejna xwe li hember hemû Şehîdên tekoşîna azadiyê ditewînim. Parastin û hemû projeyên me yên civakî bi saya şehîdan pêk tên. Em wek Şaredariya Navçeya Tirbespiyê vekirina vê firnê li hemû kesên ku ji bo wê ked dane pîroz dikin. Armanca me ya sereke bi vekirina vê firnê ew e ku jin karibin cihê xwe di qada aboriyê de jî bigirin û aboriya xwe geş bikin."
Her wiha Endama Rêveberiya Kongreya Star a Rojhilatê Sûriyeyê Hediya Şemo got:"Ev vekirina firinê encama keda jinê ye. Em bang li hemû jinan dike ku çalak bin û ger projeyên wan hebin em ê alîkariyê bidin wan. Em hêvî dikin ku hemû jin bikaribin aboriya xwe geş bikin û li ser piyên xwe bisekinin."
Piştî axaftinan qurdele bi destên dayikê berxwedêran hat qetandin û vekirina firinê pêk hat. Di dawiyê de jî şêranî hat belavkirin.