Zarok di mîhrîcana Girkêlegê de çandên hevdu nas dikin

  • 14:43 6 Îlon 2018
  • Rojane
Rûken Goman  
 
GIRKÊLEGÊ - 4'emîn Mîhrîcana Zarokan a li Bajarokê Rimêlana Girkêlegê bi dirûşma "Werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrînê pêk bînin" dest pê kiribû. Di mîhrîcana ku hîn didome de zarokên ji nîjadên cuda hînî çanda hevdu dibin. 
 
4'emîn Mîhrîcana Zarokan a li Bajarokê Rimêlana Girkêlegê bi dirûşma "Werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrînê pêk bînin" dest pê kiribû. Di mîhrîcana ku hîn didome de zarokên ji nîjadên cuda hînî çanda hevdu dibin. Zarokên Kurd û Ereb bi stran, şano û govenda xwe hunerên xwe nîşan didin çanda xwe dijîn û didin jiyandin. Di mîhrîcanê de Koma Kulîlkên Koçerata govenda xwe pêşkeş kir. 
 
Zarokên ku beşdarî mîhrîcanê bûn anî ziman ku ew xwe gelek bi siûd hês dikin û ew çanda hevdu hîn dibin. 
 
Mîhrîcan bi çalakiyên zarokan ên cur be cur didome.