Perwerdeya ajotina wesayetan a jinên Şehbayê didome

  • 13:44 6 Îlon 2018
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Li Kantona Şehbayê ji bo hemû jinên ku cihê xwe di sazî û desteyên Rêveberiya Xweser de digirin perwerdeya ajotina wesayetan hat destpêkirin.
 
Piştî bidawîbûna dewreya yekem a ajotina wesayetan a li Navçeyê Til Rifeta Şehbayê vê carê Şaredariya Gel li Navçeya Fafînê ji bo hemû jinên ku di saziyan de cih digirin dewreya ajotina wesayetan dest pê kir. Di derbarê vê mijarê de jinên ku  fêrî ajotina wesayetan dibin ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ajotina wesayetan ne tenê ji bo mêr ji bo jinan jî derbasdar e. 
 
Rêveberiya Şaredariya Kampa Berxwedan Xemgîn Ehmed di derbarê dewreya ajotina wesayetan de axivî û wiha got:" Ez kelekî kêfxweş im ji ber ku dewreya ajotina wesayetan a ji bo jinan hat destpêkirin. Em wek jin ji ber ku hezkirinek me ji fêrbûna ajotina wesayetan re hebû em tevlî dewreyê bûn."
 
Di dawiyê de Xemgîn wiha got:"Berê tenê mêran wesayet diajotin lê niha jin jî bi awayekî azad diajon ev ji bo pêşketina civakê gavek girîng e. Ji ber ku armanca me hebû ku em wek jin fêrî ajotinê bibin îro armanca me pêk tê. Hêviya min heye ku em ê di demek nêz de vegerin Efrîna xwe."
 
Rêveberiya Şaredariya Kampa Serdem jî Şermîv Zede axivî û got:" Tevlîbûna me di dewreyê de ji bo fêrbûna vekirina wesayetan û çareserkirina pirsgirêkên wê ye, her wiha perwerde wê heta 10 rojan û rojê 2 saetan berdewam bike."
 
Di dawiyê de Şermîv wiha got:" Pêwîst e her jinek tevlî vê perwerdeyê bibin. Ev dewreya duyemîne piştî ya Navçeyê Til Rifet dest pê dike, her wiha piştî vê dewreyê wê dewreyên nû ava bibin."
 
Her wiha Rêveberiya  Şaredariya Navçeyê Fafînê Ebîr Husên wiha got:" Ji bo ajotina wesayetan ji 10 rojan carekê dewreyek nû ava dibe. Berê ji bo pêkhateyên ereb qedexe bû ku jin fêrî ajotina wesayetan bibe tenê ji bo mêr bû, lê bi fikira azad ya Rêber Apo îro jinên Şehbayê ew qalib şikandin û fêrî ajotina wesayetan dibin."