Şewata li Geliyê Rojê berdewam dike
- 11:16 6 Îlon 2018
- Ekolojî
DÊRSIM - Şewata li daristanên Geliyê Rojê hefteyek e didome. Şewata li herêma Mazgirtê jî piştî mudaxaleya welatiyan hat tefandin.
Şewata daristana herêma Geliyê Rojê ku 7 roj berê piştî operasyona leşkerî derket didome. Gundên ku li herêma şewatê ne salên 90’î ji hêla dewletê ve hatibûn valakirin, beşek jê jî di nav ‘herêma ewlehiya taybet’ de ne. Şewata li herêmê didome. Leşker, welatiyên ku dixwazin mudaxaleyî şewatê bikin, bi hinceta "herêma ewlehiya taybet e" wan asteng dikin. Ji ber ku kes nikare mudaxale bike şewata daristanê li herêmê belav dibe.
Şewata li herêma Xiran a gundên Guleç û Zerikan Xiran ya Navçeya Mazgirtê derketibû jî ji aliyê welatiyên herêmê ve hat vemirandin.