‘Heta em windayên xwe bibînin em ê têbikoşin’

  • 09:10 6 Îlon 2018
  • Rojane
AMED - Sekretera ÎHD’a Amedê Yuksel Salan Acer diyar kir ku ew biryara qedexekirina çalakiya Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê nas nakin û wiha got: “Hefteya wê çalakiya 500’î a xizmên windaya ne. Hefteya 500’î ji bo vir girîng e. Heta winda bê dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Piştî qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê şûnde, çalakiya Xizmên Windayan a li Amedê pêk dihat hat qedexekirin. Sekretera Şaxa ÎHD’a Amedê Yuksel Aslan Acer diyar kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê çalakiyek lêgerîna heqîqetê ya rewa ye û ev tişt anî ziman: “Demekê rayedarên dewletê jî çalakiya mafdar a Dayikên Şemiyê erê kiribû. Di hefteya 700’î de çi guherî, ku çalakiya rûniştina Dayikên Şemiyê hat qedexekirin?”
 
‘Tirkiye êdî ne dewleta hiqûqê ye’
 
Yukselê bi lêv kir ku Tirkiye ji rêgeza dewleta hiqûqê dûr ketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bendewarî û daxwaza dayikan ev e ku gumanbarên kesên di bin çavan de hatin windakirin bên darizandin, rastî derkevin holê û hestiyên windayan bên dîtin. Li hember vê daxwazê dewleta ku divê demildest pêvajoya hiqûqî bida destpêkirin, mixabin bi qedexeyan zextan dikin û dewletek bi vî rengî nikare bibe dewleta hiqûqî.”
 
‘Ewlehiya cemawerî hincet e’
 
Yukselê bi berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku qedexekirina çalakiyê ne hiqûqî ye û ev tişt daxuyand: “Çalakiya Dayikên Şemiyê ev 25 sal e bi israr tê meşandin û rê li ber tu pirsgirêka ewlehiya cemawerî venake. Qedexekirinên ji aliyê rayedarên dewletê ve bi tu awayî bi hinceta ewlehiya cemawerî nehatiye girtin. Lê bi hinceta ewlehiya cemawerî hatiye qedexekirin. Dewlet bixwe xizmên windayan dide zorê ku çalakiya rûniştinê pêk bînin. Ger dewletê berpirsyariya xwe bianiya cih wê dayik li qadê kom nebûna. Helwesta dij hiqûqî ya dewletê dayik ji bo hesabpirsînê birine wan qadan. Ji bilî vê rê ji dayikan re nehiştine.”
 
‘Divê dewlet bi rastiya windayan re bê rû hev’
 
Yukselê destnîşan kir ku divê dewlet bi rastiya windayan re bê rû hev û got bi rêbazên çewisandin û pêkanînên kêfî û îşkenceyê têkoşîna mafdar têk naçe û ev ne çareserî ye. Yukselê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qedexe berdewamiyên hev in. Çalakiya 499’an bi awayekî kêfî hatiye qedexekirin. Em biryara qedexekirina çalakiya xizmên windayan nas nakin. Hefteya pêş çalakiya 500’î ye. Ji bo me gelek girîng e. Xizmên winda û parêzvanên mafên mirovan wê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”