'Qirkirina xwezayê faşîzm e'

  • 09:08 6 Îlon 2018
  • Rojane
Rûken Goman  
  
DÊRIK - Endama Rêveberiya Navenda Ekolojîyê ya Bajarê Dêrikê Şîlan Elî şewata daristanên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir û got:"Dewleta Tirk bê hirmetiyê li dijî xwezayê dike, piştî qetilkirina mirovan niha berê xwe daye xwezayê, divê bertekên cidî li dijî siyaseta Tirkiyeyê were nîşandan û ev şewat were rawestandin. Qirkirina xwezayê faşîzm e divê li dijî faşîzmê têkoşînek hevpar bê kirin."
 
Di demên dawiyê de gelek daristan li herêmên Bakurê Kurdistanê tên şewtandin. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Navenda Ekolojîyê ya Bajarê Dêrikê Şîlan Elî wiha got:" Dewleta Tirk a ku dûrî hemû nirxên mirovahiyê ye ji qetilkirina mirovan, talankirin û wêrankirinê niha jî berê xwe daye xwezayê. Ev dijminatiya dewleta tirk a li dijî xwezaya Kurdistanê ji mêj ve ye ku didome. Daristanên Colemerg, Dersim, Amedê tên şewitandin. Divê dawî li vê hovîtiyê bê. Hemû cîhan mecbûre ku rêzê li dijî xwezayê nîşan bidin."
 
Şîlan Elî diyar kir ku dewleta tirk bi polîtîkayên şewitandina daristanan dixwaze ku gel koçber bibe û wiha got:"Polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk bi her awayî li dijî gelê Kurd didome. Ji polîtîkayên qirkirinê yek jî talankirina xwezayê ye. Daristanên Kurdistanê tên şewitandin da ku gel bi vê yekê polîtîkayên koçberiyê jî têxin meriyetê. Ger darek li ser axa Kurdistanê bişewite zirarê bibîne divê hemû ekolojîst ên cîhanê li dijî vê yekê bertekek xurt nîşand bide. Lê bertekên qels tên nîşandan ev têr nake. Xwezaya Kurdistanê dema ku zirarê bibîne ev yek divê wekî xwezaya cîhanê bê dîtin û li dijî hovdariya dewleta tirk, dewletên din bêdeng nemînin."
 
'Qirkirina xwezayê faşîzm e'
 
Şîlanê da zanîn ku bi şewatê ne tenê dar zindewarên din jî zirarê dibînin û tên qetilkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewleta Tirk bê hirmetiyê li dijî xwezayê dike, piştî qetilkirina mirovan niha berê xwe daye xwezayê, divê bertekên cidî li dijî siyaseta Tirkiyeyê were nîşandan û ev şewat were rawestandin. Qirkirina xwezayê faşîzm e divê li dijî faşîzmê têkoşînek hevpar bê kirin. Dewleta Tirk a ku dûrî hemû nirxên mirovahiyê ye ji qetilkirina mirovan, talankirin û wêrankirinê niha jî berê xwe daye xwezayê. Ev dijminatiya dewleta tirk a li dijî xwezaya Kurdistanê ji mêj ve ye ku didome. Daristanên Colemerg, Dersim, Amedê tên şewitandin. Divê dawî li vê hovîtiyê bê. Hemû cîhan mecbûre ku rêzê li dijî xwezayê nîşan bidin."