'Em ê strana rizgariyê biqêrin'
- 09:06 6 Îlon 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Emîne Mamo ya ku di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê koçî Kantona Şehbayê kir got:"Dewleta tirk û çeteyên wê bûn sedema kuştina hevserê min. Lê em ê bi têkoşîna xwe Efrînê rizgar bikin û em ê strana rizgariyê biqêrin."
Emîne Mamo ya 60 salî û ji gundê Şêx Xurzê yê girêdayî Navçeya Bilbilê ye piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kir şûnde koçî Kantona Şehbayê kir. Emîneyê da zanîn ku ew li hêviya roja ku vegerin Efrînê ye û got:"Têkoşîna gelê Kurd bi nav û deng e. Loma em bawer dikin ku dê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe."
Emîne Mamo da zanîn ku ew niha li maleke ku 5 malbat lê dijîn dimîne û got:"Tevî ku em di nava şerdên dijwar de dijîn em 5 malbatên ku bi hev re dijîn di nava piştevaniyê de ne. Em teslîmî dafikên dagirkeran nabin û em têkoşîna xwe didomînin. Gelê Efrînê yê ku li Şehbayê dijîn di nava piştevaniyê de ne divê hemû cîhan li dijî vê piştevaniyê hestiyar tev bigerin û bêdeng nemînin."
'Hevserê min ji Efrînê gelekî hez dikir'
Emîneyê diyar kir ku hevserê wê gelekî ji Efrînê hez dikir loma nedixwest ku ji Efrînê derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Hevjînê min temenê wî 65 bû. Piştî êrîşa dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê çavên hevserê min tarî bû. Ji ber ku li Şehbayê derfet kêm bûn divê em derbasî nexweşxaneya Helebê biba. Lê rejîmê nehişt ku em derbas bibin. Hevserê min ji ber rejîmê û dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê jiyana xwe ji dest da. Daxwaza wî ya yekem ew bû ku vegere Efrînê. Dewleta tirk û çeteyên wê bûn sedema kuştina hevserê min. Lê em ê bi têkoşîna xwe Efrînê rizgar bikin û em ê strana rizgariyê biqêrin. Têkoşîna gelê Kurd bi nav û deng e. Loma em bawer dikin ku dê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe. Ji bo Efrîn û Rêber Apo azad bibe em ê heta dawî têbikoşin."