ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2018'AN

  • 09:00 6 Îlon 2018
  • Rojev
*Jinên Serêkaniyê ji bo zivistan bi awayekî hêsan derbas bibe amadekariya cureyên xwarinê dikin û dibêjin:"Ji bo karê me yê zivistanê hêsan bibe ji niha de em amadekariyê dikin. Em wekî cîran bi awayekî hevpar alîkariya hev dikin û amadekariya zivistanê dikin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê derbasî Kantona Şehbayê bûn û niha li wir têkoşîna jiyanê didin. Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûn tevî hemû zehmetiyan dev ji çanda xwe bernadin û amadekariyên xwe yên zivistanê yên xwarinê yên wekî salçeya îsotan û miluxiyê dikin. 
 
*Emîne Mamo ya ku di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê koçî Kantona Şehbayê kir got:"Dewleta tirk û çeteyên wê bûn sedema kuştina hevserê min. Lê em ê bi têkoşîna xwe Efrînê rizgar bikin û em ê strana rizgariyê biqêrin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Navenda Ekolojîyê ya Bajarê Dêrikê Şîlan Elî şewata daristanên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir û got:"Dewleta Tirk bê hirmetiyê li dijî xwezayê dike, piştî qetilkirina mirovan niha berê xwe daye xwezayê, divê bertekên cidî li dijî siyaseta Tirkiyeyê were nîşandan û ev şewat were rawestandin. Qirkirina xwezayê faşîzm e divê li dijî faşîzmê têkoşînek hevpar bê kirin." DÎMEN HEYE
 
*Her sal Gola Wanê,  Akgol û Arçek yên li Wanê  molavaniya çûkên Flamîngo  dikin. Çûkên ku her sal ji bakurê Afrîkayê tên Wanê piştî ku hewa hînik dibe dest bi koçberiyê dikin.
DÎMEN HEYE
 
*Koçberî tiştekî ji mecbûr e. Kes ji kêfa dilê xwe naxwaze ku dev ji welatê xwe berde. Şer, berjewendiyên hêzên navneteweyî, êrîş, qetilkirin hemû dibe sedema koçberiyê. Bi vê yekê girêdayî her cureyên îstismarê û şidetê pêk tên. Bi taybet jî li dijî jin û zarokan pêk tê. Ji bo ev yek ji holê rabe jî gavek navneteweyî ya cidî jî tune ye mixabin.  JI PÊNÛSA JINÊ
 
*Bavê zaroka bi navê Arîn ya li girtîgeha Rihayê bi dayika xwe re girtiye û nexweşa astimê ye, Mihdî Yilmaz diyar kir ku dermanên ji bo Arînê hatine dayîn hestiyên wê helandine û niha derman hatine sekinandin lê Arîn roj bi roj kîlo winda dike.