Bi ser mala xebatkarên Yenî Demokrasî de hat girtin
- 12:29 5 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL - Polîsan nîvê şevê bi ser mala xebatkarên Rojnameya Yenî Demokrasî de girt.
Li Stenbolê polîsan nîvê şevê bi ser mala xebatkarên Rojnameya Yenî Demokrasî de girtin. Serdegirtin li derdora saet 01.45 pêk hat û polîsan deriyê malê şikandin û ketin hundir. Polîsan lêgerîn pêk anî û dest danîn ser hin materyalên li malê.
Hat zanîn di serdegirtinê de kes nehatiye binçavkirin û li ser dosyeya lêpirsînê biryara “nepeniyê” heye.