Bilançoya qedexeyê ya li Licê û Hênê: Bi ser 73 malan de girtin
- 10:10 5 Îlon 2018
- Rojane
AMED - Qedexeya derketina derve ya ku li ser 15 gund û bajarokên Navçeyên Hênê û Licê hatibû îlankirin, hat rakirin. Hat hînbûn ku bi ser 73 malan de hatiye girtin û derbarê 13 kesî de lêpirsîn hat destpêkirin.
Qedexeya derketina derve ya ku li ser 15 gund û bajarokên Navçeyên Hênê û Licê hatibû îlankirin, hat rakirin. Hat hînbûn ku bi ser 73 malan de hatiye girtin û derbarê 13 kesî de lêpirsîn hat destpêkirin.
Kuçe hatin dorpêçkirin
Hat diyarkirin ku di operasyona leşkerî ya ku li Licê û Hênê pêk hat kuçe hatin dorpêçkirin û nehat hiştin ku gundî ji mala xwe derkevin. Ketin û derketina kuçeyan ji aliyê leşkeran ve hat girtin û di serdema qedexeyê de hat diyarkirin ku li herêmê dengên topan û obusan hatine lê li herêmê pevçûn derneketiye.
Bi ser 73 malan de hat girtin
Hat hînbûn ku bi ser 73 malan de hatiye girtin û derbarê 13 kesî de lêpirsîn hat destpêkirin û li herêmê 675,90 kg esrar hatiye girtin.