Fatma Kirbayir: Min soz da dayika xwe, ev berxwedan ji bo me moral e
- 09:09 5 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL - Xwişka Cemîl Kirbayir, Fatma Kirbayir bertek nîşanî qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê da û wiha got: "Ez keça Dayika Berfo me. Min soz da dayika xwe ku ez ê birayê xwe bibînim. Ev berxwedan ji bo me jî moral e. Ez jî edeletê dixwazim. Birayê xwe dixwazim."
Dayika Berfo Kirbayir ku bi salan li hestiyê kurê xwe, Cemîl Kirbayir geriya, bêyî ku bibîne jiyana xwe ji dest dabû. Dayika Berfo herî dawî di 22’ê Sibata 2013’an de tevlî çalakiya rûniştinê ya Qada Galatasarayê bûbû.
Temenê dayika Berfo têrî ku hestiyên kurê xwe bibîne nekir. Lê îro têkoşîna wê keça wê Fatma Kirbayir dide. Fatmayê bertek nîşanî qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê da û diyar kir ku ew tu car dest ji têkoşîna xwe bernadin û mudaxaleya li hember wan hatiye kirin, wek heqeret nirxand. Fatmayê ev tişt vegot: “Ev li hember me heqeret bû. Talîmat dan wan. Em xistin bin zextê. Lê em dev ji berxwedana xwe bernadin. Ez wek xwişka Cemîl Kirbayir di hefteya 700’î de li wir li ser keviran rûniştim. Li ser wan keviran li edeletê geriyam. Em li edeletê digerin. Em hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.”
‘Serokomar gotina xwe ji bîr kir’
Fatmayê daxuyakirin ku Dayikên Şemiyê di 2011’an de bi serokewezîrê demî Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirine û got: “Wê demê soz hat dayîn. Soz dan dayika min. Dema soz da ez li wir bûm. Lê 7 sal derbas bû. Hîna tiştek nekirine. Em ji bo bersivekê bigirin diçin wir rûdinin. Em ê berdewam jî bikin. Ez dixwazim bi serokwezîr re bêm cem hev. Divê rayedar dest biavêjin vê dozê. Bila vê çalakiyê nekşînin aliyên din.”
Gotinên dawî yên dayika Berfo
Fatmayê destnîşan kir ku ji bo hestiyên birayê xwe bibîne soz daye dayika xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min soz da dayika xwe ku ez ê hestiyên birayê xwe bibînim. Dayika min beriya mirina xwe got ‘Dema ez mirim, heta kurê min neyê dîtin min nekin gorê.’ Me yê ev daxwaz çawa bicih bianiya. Sal derbas bûn. Em ê ewqas dem çawa bipê. Me wecîbeyên xwe yên olî anî cih û defin kir. Lê ev berxwedan ji bo me moral e. Hat piştrastkirin ku Cemîl di bin çavan de hatiye kuştin. Em ê her tim li edaletê bigerin.”