ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2018'AN

  • 09:00 5 Îlon 2018
  • Rojev
*Jina kedkar Kevokê Dahir çandiniyê beşek ji jiyana xwe dibîne û her sal bi evîneke mezin baxçeyê xwe diçîne û lê dinêre. Kevokê dibêje ku ew ji xwezayê gelekî hez dike û divê jin û xweza parçeyên ji hev in. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Xedîca Ibrahîm tecrîda li ser rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan nirxand û got:"Li Tirkiyeyê polîtîkayek gelek hişk û dijwar tê meşandin. Ev polîtîkaya bandorek mezin li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dike. Tecrîda giran a li ser Rêber Apo binpêkirina mafên mirovahiyê ye." DÎMEN HEYE
 
*Li Herêma Serhedê her sal bi hezaran tovê genim tên çandin û  bi nêzîkbûna demsala zivistanê jinan dest bi şuştina genim kirin. Ji ber ku îsal baran û berf kêm barîn berhevkirina genim li heremê zû dest pê kir.Her sal li Herêma Serhedê bi hezaran tovên genim  tên çandin û di demsala havînan de tê berhevkirin. Bi nêzîkbûna demsala zivistanê li gundê girêdayî Qelqeliyê gundê Kergezê  jinan dest bi berhevkirin û şuştina  genim kirin. DÎMEN HEYE
 
*Girtiya nexweş Dîcle Bozan ku divê emeliyat bibe, bi hinceta ‘makîne xerabeye’, ‘bijîşk tune ye’ dermankirina wê tê astengkirin û li Girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê terkî mirinê hatiye kirin. Parêzera wê Gulîzer Tuncer destnîşan kir ku wan bi dehan carî serî li Dozgeriya Komarê ya Elezîzê û dadgeriya înfazê dane û serlêdanên wan bê encam mane.
 
*Xwişka Cemîl Kirbayir, Fatma Kirbayir bertek nîşanî qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê da û wiha got: "Ez keça Dayika Berfo me. Min soz da dayika xwe ku ez ê birayê xwe bibînim. Ev berxwedan ji bo me jî moral e. Ez jî edeletê dixwazim. Birayê xwe dixwazim." DÎMEN HEYE
 
*Di serî de Dersîm seranserê havînê li Kurdistanê bi sedan hektar daristan hatin şewitandin. Ne tenê dar, sewal û zindî jî tune bûn. Ev bi raporên hat weşandin derket holê û nîşan dide ku polîtîkayên 90’î didomin.
 
*Endama MYK’ê ya HDP'ê  Îlknur Bîrol daxuyakirin ku ew ji xwe bawer in  ku di hilbijartinên herêmî de destkeftiyên xwe şûnde bigirin û got: “Em ê dîsa bi perspektîfa azadîxwaz, wekhev û gel dakevin qadan, taxan û malan. Jin wê ji nû ve destê hev bigirin.” DÎMEN HEYE