Mîhrîcana Bajarokê Rimêlanê didome
- 16:31 4 Îlon 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ - 4'emîn Mîhrîcana Zarokan a li Bajarokê Rimêlanê berdewam dike. Zarokên Koma Şehîd Rûken ku ew jî beşdarî mîhrîcanê bûn gotin:"Ji bo parastina çanda Kurdî em ê heta dawî bixebitin."
4'emîn Mîhrîcana Zarokan a li Bajarokê Rimêlanê ku bi dirûşma "Werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrînê pêk bînin" dest pê kiribû didome. Zarokên Koma Şehîd Rûken di mîhrîcanê de peyama parastina çanda Kurdî dan.
Rêvebira Koma Şehîd Rûken Hediya Hesen da zanîn ku ji bo berdewamiya çanda Kurdî divê em li zarokên xwe xwedî derkevin û wan perwerde bikin.