Ji ber gotina 'Brêz Ocalan' lêpirsîn hat destpêkirin

  • 14:25 4 Îlon 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Ji ber gotina 'Brêz Ocalan' a di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, derbarê Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Silopiyayê Fatma Gunduz de lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji aliyê Rêxistina Bajarê Silopiyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniya hevpar hat dayin. Metna çapemeniyê ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Silopiyayê Fatma Gunduz hat xwendin. Ji ber gotina 'Brêz Ocalan' ji aliyê dozgeriya Slopiyayê derbarê Fatma Gunduz de lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Ji bo îfadeyê Muduriyeta Emniyeta Navçeyê gazî Fatmayê kir.