Li Kirikkaleyê jinekê jiyana xwe ji dest da

  • 12:55 4 Îlon 2018
  • Rojane
KIRIKKALE - Li Kirikkaleyê ji ber derba mêrê bi navê Fikret A. jina bi navê Seda Gezici jiyana xwe ji dest da. Zarokê Sedayê yê bi navê Murat Gezici û 3 salî jî bi giranî birîndar bû. 
 
Li Kirikkaleyê di dawetekê de di encama çekdariya takekesî de derba ku ji çeka Fikret A. hat berdan bû sedem ku jina bi navê Seda Gezici jiyana xwe ji dest bide û zarokê wê Murat Gezici yê 3 salî bi giranî birîndar bibe. Do ev bûyera li Kuçeya Kaletepeyê pêk hat û piştî ku ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê Seda û zarokê wê rakirin nexweşxaneyê. Selda jiyana xwe ji dest da û Murat jî rakirin Nexweşxaneya Îhtisasê ya Bilind a Kirikkaleyê. Murat piştre sewqî Enqereyê hat kirin.
 
Piştî bûyerê Fikret A. hat binçavkirin û hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.