Hat îdiakirin ku ji ber şideta polîsan xwe avêtiye xwarê

  • 12:47 23 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Hat îdiakirin ku Nermîn Uzun di serdegirtina polîsan a malê de ji ber polîsan lê şîdet kiriye xwe di şibakeya malê de avêtiye xwarê. Parsû û lingên Nermîn a şikestin li nexweşxaneyê tê dermankirin. 
 
Li navçeya Bagcilar a Stenbolê du roj berê polîsan bi ser mala Nermîn Uzun de girtin. Hat zanîn ku di kêliya serdegirtina malê de Nermîn Uzun xwe ji şibaka malê ya du qatî avêtiye xwarê. Nesrînê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Stenbolê û li vir tê dermankirin. Nesrîn a der barê wê biryara binçavkirinê heye, odeya wê di bin çavdêriya polîsan de ye. 
 
Bavê Nesrînê, Mahmut Uzun diyar kir ku keça wî tenê li malê dijî û îdia kir ku dema polîsan bi ser malê de girtiye şidetê lê kirine. Bav Mahmût destnîşan kir ku keça wî ji ber şideta polîsan xwe ji malê avêtiye xwarê û der barê hinceta binçavkirinê de jî tu agahî nedane wan. 
  
Bav Mahmût anî ziman ku dermankirina keça wî li nexweşxaneyê dewam dike û got: “Parsû û lingên keça min şikestine. Ji qorikê heta lingê wê hildane alçiyê. Li gel emeliyatê jî hin cihên şikestî hêj derman nekirine.”