Sabriye Koçer: Zarokê min berî ku tedawî bibe hat girtin
- 09:09 23 Tîrmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Sabriye Koçer a ku ji bo lawê wê Îbrahîm Koçer tedawî bibe têdikoşe diyar kir ku lawê wê di pêvajoya ku diçû nexweşxaneyê mecbûr dima ku li ser kartonan rakeve û got ji ber ku tedawiya lawê wê neqediyaye û hatiye girtin gelekî hêrs bûye. Sabriyeyê got:"Ji bo lawê min tedawî bibe ez li gelek nexweşxaneyan geriyam lê wan lawê min kirin girtîgehê. Dengê min bibihîsin."
Sabriye Koçer ev 55 sal in ku ji bo 9 zarokên xwe mezin bike têkoşînek mezin da. Sabriyeyê li der dora xwe gelek tê hezkirin û van rojan ji bo lawê xwe yê girtî di nava têkoşînek mezinde ye. Çimkî lawê wê Îbrahîm Koçer li Çorluyê qeza derbas kir û berî ku tedawiya wî biqede hat girtin. Îbrahîm berî ku tedawiya wî temam bibe ew şandin 5'emîn Girtîgeha Silivriyê.
'Li ser kartonan ez li hêviya lawê xwe mam ku hişyar bibe'
Sabriyeyê anî ziman ku lawê wê bi îdiaya ku beşdarî çalakiya ku di 2015'an de li Êlihê di serdema qedexeya derketina derve de pêk hatiye, bûye hatiye girtin û got:"Zarokê min ji ber ku li Çorluyê qeza derbas kir li Nexweşxaneya Dewletê ya Çorluyê dihat tedawîkirin. Ez li nexweşxaneyê li ser kursiyan li ser kartonan li hêviya zarokê xwe bûm ku hişyar bibe. Lê berî ku tedawiya wî biqede ew şandin girtîgehê."
Piştî ku Îbrahîm bibin Edliyeya Çorluyê bi hinceta "cezayê wî hatiye teqezkirin" ew şandin 5'emîn Girtîgeha Silîvriyê. Bi Îbrahîm re nexweşiyên astim bronşît, nexweşiya rîtima dil, felc, hene.
'Dengê min bibihîsin'
Sabriyeyê anî ziman ku pêdiviyên bingehên ên Îbrahîm nadên û got:"Ji bo lawê min tedawî bibe ez li gelek nexweşxaneyan geriyam lê wan lawê min kirin girtîgehê. Dengê min bibihîsin."