Ragihandina azad a perçeyek ji heqîqeta jinê ye

  • 09:01 23 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ - Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku jinê ji aliyê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan gavên mezin avêtine, bi armanca ku di ragihandinê de rastiya civaka xwe nîşan bide, cihê xwe di nava ragihandinê de jî girt. Jinên rojavayê Kurdistanê yên rojnameger ku bi minasebeta Cejna Rojnamegeran nêrînên xwe anîn ziman diyar kirin ku wan di warê ragihandinê de jî şoreş pêk aniye.  
 
Jinên kurd piştî Şoreşa Rojava ku bi  rizgarkirina Kobanê re li cîhanê deng vedan li dijî dagirkeriyê di her qada berxwedanê de bi ser ketin û ji hemû aliyan ve mafê xwe bi dest xistin. Ji wê demê û şûn ve li rojavayê Kurdistanê jin ji hemû aliyan ve jiyanê bi rêve dibin. Yek ji qadên ku jin tê de bi er ketin jî qada ragihandinê bû.  Ji ber vê jî bi rihê xwe yê hestyariya jiyan û civakê  her jineke azadîxwaz êşa her jineke bindest wekî êşa xwe dibîne û bi riya ragihandinê bi xurtkirina têkoşînê xwedî lê derbikeve. 
 
Jinan di warê ragihandinê de jî şoreş pêk anî 
 
Li gel ku piştî rizgarkirina Kobanê ji dagirkeriyê saziya Ragihandinê hat vekirin jî di didema berxwedana Kobanê jinên di ragihandinê de cih girtin.  Bi saya ragihandina jinê  agahiyên derbarê Kobanê de dihatin girtin û jinan di warê ragihandinê de jî şoreş pêk anîn. Jinan di wê de mê de jî ji bo ku şer ji raya giştî re ragihînin roleke girîng lîstin. Îro jî piştî ku şer li Kobanê bi dawî bû, bi dehan jinan cihê xwe di saziyên ragihandinê de girt. Ew jin niha di gelek beşên ragihandinê de dixebitin.
 
 'Jinnews, nasnameya pênûsa xweser û azad e'
 
Nûçegihana ajansa me JINNEWS a Kantona Kobanê Berçem Cûdî jî rola jinê ya di ragihandinê de pênase kir û diyar kir ku JINNEWS bi xwe di warê ragihandina jinê de rola herî girîng dilîze. Ji ber ku nûçegihan, edîtor, kemerevan û hemû xebatkarên wê jin in  û wiha axaftina xwe domand: ”Di serî de em dipirsin çima pêwistî bi ragihandin û xebateke jinê hat dîtin? Em dibînin ku li kêlek ajansên me yên xweser, radoyêyên jin, Kovar, Rojnameyên jinê hene. Herî dawiyê jî kanala televîzyonê Jin Tv hat vekirin. Di vir de tê diyarkirin ku cihekî şoreş lê hebe pêşengên wê şoreşê jin in. Yên  ku herî zêde bi êşên hev dihîsin jin in. Yên ku bikaribe deng û rengên destkeftiyan û tekoşîna van jinan ji ragihîne dîsa jin in. Ji bo vê jî pêwistî bi çapemeniya xweser tê dîtin. Ji ber ku çapemeniya jinê, ji bo wê dibe dengê, tekoşîn û vîna wê." 
 
'Em bi kameraya xwe li pêy şopa heqîqetê ne'
 
Berçemê di dawiya gotinên xwe de wiha got: "Roja îro di nav pergala desthilatdar de herî  zêde zext li ser jinê tê meşandinê. Ji bo vê jî  jinek li ku derê be rastî tundiyê tê. Em jî wekî çepemeniya jinê li her derê amede ne. Ev rewşa ku tê jiyîn, ji raya giştî re parve kirin girîng e. Em bi vê yekê kar û xebatên xwe dimeşînin û em ê bidomînin jî. Li ku jinek rastî tundiyê bê em ê li gel cih bigirin."
 
'Di JINNEW,  Ronahî û ANHA'yê de dengê jinê gûr dibe'
  
Rebîa Êto, ya ku  nûçegihana Radyoya Dengê Kobanê ye jî diyar kir  ku ew, di qada ragihandinê de pêşengtiya jinê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe:” Di qada Ragihandinê de jinan roleke girîng lîstiye. Ji dîrokê ve weke Gurbet Elî Ersos, Şîlan Aras, Jiyan Sêwas û herî dawî jî Deniz Firat, Nujiyan Erhan û Dilîşan Îbiş,  wan hemû jiyana xwe di rêya heqîqeta jin û civakê de dan û berhemên gelekî mezin afrandin." 
 
Rebîayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku dema nûçegihan şehîd Dilîşan Îbiş di nava xebatê xwe de şehîd bû, yek ji dayikên ji pêkhateyên Ereb ji Raqayê navê keça xwe Dilîşan danî û  wiha got: Rojnamevaniya jinên kurd bandora xwe li ser pêkhateyên ereb jî dike. Ji ber ku jina ereb ya ku navê keça xwe Dîlîşan danî şahidê berxwedana wê bû. " Rebîayê di derbarê asta ku rojnamevanan bi civakê daye pejirandin jî wiha got: "Berê gelekê zehmet bû, ku jin derkevê ser televîzyonê ango bibe kameravan, lê bi pêşengtiya jinên rojnemevan û şehîdên jin, îro ew soza şopandina riya wan û rastiya civakê hatiye guhertin û herkes  bi heyranî nûçeyên jinên rojnamger dişopîne."
 
'Jinan di qada ragihandinê de hêza xwe nîşan dan'
 
Her wiha nûçegihana Ajansa ANHA`yê Hêza Hesen jî axivî û got ku çawa jinê rola xwe  di şoreşa Rojava de lîst, îro di ragihandinê de jî  vê rolê dilîze û wiha got:”Jinê ji Şoreşa Rojava û vir de cihê xwe di nav her beşa xebatê de girt. Di aliyê siyasî, civakî, rêxistinî û aborî de bi awayeke serkeftî cihê xwe di her qadê de girt. Jinên kurd ku di çameniyê de cihê xwe  girtin dagirkeriya li se welatê xwe ji cîhanê re ragihandin. Bi hêza rojnamgerên jin  êşên ku jinan di serdema pêkhatin Şoreşa Rojava de kişandin, ji her kesî re ragihandin. Jinên rojnameger bi vê xebata xwe bûn dengê hemû jinan."