ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2018'AN
- 09:00 23 Tîrmeh 2018
- Rojev
* Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku jinê ji aliyê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan gavên mezin avêtine, bi armanca ku di ragihandinê de rastiya civaka xwe nîşan bide, cihê xwe di nava ragihandinê de jî girt. Jinên rojavayê Kurdistanê yên rojnameger ku bi minasebeta 24'ê Tîrmehê Cejna Rojnamegeran nêrînên xwe anîn ziman diyar kirin ku wan di warê ragihandinê de jî şoreş pêk aniye. DÎMEN HEYE
*Jinên kurd ku heta roja îro parastina çanda kincên gelêrî yên çanda kurdî dikin îro jî bi modelên nûh bejna xwe dixemilînin. Edlê Hisên a ku parastvana çanda kevnar a kurd e dibêje ku çandeke me ya kevnar a komunal heye. DÎMEN HEYE
*Krîza aborî ya ku sewalkarî aniye asta tunebûnê û polîtîkayên şer bandor li penîrê bi gîha yê Wanê jî kir. Nergîs Tunç diyar kir ku gîha heye penîr tuneye. DÎMEN HEYE
*6’emîn Dadgeha Cezaya Asliyê ya Amedê ji sûcê ‘bi plan hevjîn kuştin’ 15 sal cezayê girtîgehê da Nuriye Demîr û her wiha derbarê wê de biryara xwe ya bi hincet aşkera kir. Dadgehê da zanîn ku Nuriyeyê ji ber ji îşkenceya didît xilas bibe çalakiyek wisa kiriye û tevî jî ceza dan Nuriyeyê.
*Li Sûrê pirsgirêka çopê didome û gel her tim li dijî vê bertekên xwe tîne ziman, li gorî qeyûm jî navçe bandorek mezin li turîstan dike. DÎMEN HEYE
*Rojnamegera ETHA’yê Havva Cuştan a 9 mehan li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan ma, hat tahkiyekirin. Havvayê bal kişand ser piştevaniya navbera rojnamegeran û got divê rojnameger netirsin û zêdetir nûçeyan çê bikin.DÎMEN HEYE
*Sabriye Koçer a ku ji bo lawê wê Îbrahîm Koçer tedawî bibe têdikoşe diyar kir ku lawê wê di pêvajoya ku diçû nexweşxaneyê mecbûr dima ku li ser kartonan rakeve û got ji ber ku tedawiya lawê wê neqediyaye û hatiye girtin gelekî hêrs bûye. Sabriyeyê got:"Ji bo lawê min tedawî bibe ez li gelek nexweşxaneyan geriyam lê wan lawê min kirin girtîgehê. Dengê min bibihîsin."DÎMEN HEYE